Li dijî dagirkeriyê têbikoşin!

Duşem 19 Tebax 2024 - 02:35

Kurd û dostên xwe li Elmanyayê bi çalakiyên girseyî hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê nîşan dan.

Girseyeke qelebalix li dijî tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li başûrê Kurdistanê ji Wittenbergplatz a Berlînê dest bi meşê kirin. Gelek Kurd û dostên xwe beşdarî meşa bi daxwaza rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bûn. Hevserokê FEDKURD’ê Menderes Canbeg nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da. Canbeg diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi çekên kîmyewî êrîşî ser hêzên gerîla yên bi qehremanî li ber xwe didin dike û sûcê şer dike. Canbeg anî ziman ku divê li Ewropayê li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û destnîşan kir ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li tevahiya Kurdistanê têk çû. 

Beşdarekî din jî li ser navê ciwanên enternasyonalîst axivî û diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê nayên qebûlkirin û da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst bi avakirina baregehan dixwaze Kurdistanê bi awayekî mayînde dagir bike û sînorên xwe berfireh bike. Hat gotin ku desthilatdariya kujer Recep Tayyîp Erdogan hewl didin Kurdan tine bikin, lê belê wê ti carî negihêje vê armancê.

Li bajarê Frankfûrtê jî dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê bi meşekê hat şermezarkirin. Çalakiya ji aliyê FCDK KAWA û TJK-E Hessenê ve hat organîzekirin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a faşîst û xiyaneta PDK’ê ji 17’ê Nîsana 2021’an û vir ve êrîşên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşînin û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan hat kirin ku li dijî dagirkeriyê têbikoşin. Di meşa ku li ser rêya qelebalix a navenda bajêr de pêk hat, bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", “Bijî gerîla" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Di çalakiyê de daxuyaniya KON-MED’ê ya li dijî dagirkeriyê amade kiribû hat xwendin. Pişî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.