Platforma Li Dijî Dagirkeriyê got, ‘’Dema wê ye ku êdî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker seferberî were ragihandin’’ û bang li Kurdan kir ku bibin xwedî helwêsteke netewî. Heta niha 1138 kesî ev metn îmze kiriye.
Li ser navê Platforma Li Dijî Dagirkeriyê Ahmet Yildirim, Azîz Mamlê, Besê Shamarî, Dr. Ariya Fatimê, Dr. Wirya Qeredaxî, Dr. Zerdest Haco, Fehîm Işik, Hêmîn Kurdaxî û Sîbel Yîgîtalp daxuyanî da û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bang kir.
Dixwazin Kurdan tine bikin
Daxuyanî bi vî rengî ye: ‘’Dewleta Tirk ku rejîma faşîst a AKP-MHP rê ve dibe, piştî gelek plan û hevdîtinan 24.02.2021’an êrîş anî ser başûrê welatê me, ser Zap, Avaşîn û Metînayê. Armanca dewleta Tirk ji van êrîşan aşkere ye; dagirkirina Başûrê Kurdistanê û qirkirin!
Dewleta Tirk bi nêzîkatiyeke barbarî bi hêrs û dijminatiyê êrîşê bi ser gelê me de tîne. Jin, zarok, yixtiyar û nexweşên Kurd dike hedef. Hêzen ku bi vî şerî armanc dike gundên me vala bike, qadên jiyanê yên welatê me tine bike, bi tang û topan û balafirên şer êrîşê bi ser xaka me, çiyayên me de tîne, daristanê me dişewitîne, talan dike, ava çemê Dîclê û Ferêt qut dike û zor li gelê me dike ku koç bikin, dixwaze Kurdistanê ji Kurdan vala bike.
Dewleta Tirk bi van êrîşan hemû yasayên navnetewî binpê dike. Bi rengekî bêhed sînorên ku cografyaya ji hev vediqetîne dibezîne û êrîşê dibe xaka gelên din. Di şer de çekên kimyewî bi kar tîne. Bi dronoyên kujer mirov û siyasetmedarên Kurd dikuje. Daristanên dîrokî yên herêma Behdînanê, zeytûnên Efrînê tine dike û difiroşe. Li dijî yasayên navnetewî ava çemê Dîclê û Ferêt li dijî gelê me weke çekekê bi kar tîne. Demografiya Efrînê diguherîne, çeteyên DAÎŞ’ê ku ji herêmên cuda yên Sûriyê anîne li Başûrê Kurdistanê bi cih dike. Sûcên şer ên dewleta Tirk mirov bi hijmartinê nikare xilas bike.
Banga helwêsta hevpar
Dema wê ye ku li dijî van êrîşên dewleta Tirk seferberî were ragihandin. Ev şerê ku ev ji sê mehan zêdetir e didome hê jî li qadên weke Zap, Avaşîn û Metîna bi rengekî tundi didome û armanca sereke ya vî şerî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.
Di rewşeke wiha de ku krîz giran bûye, em kesên ku navê wan li jêr û ev bang imze kirine bang li hemû Kurdan dikin ku li dijî ‘lîstikên dijmin ên li ser neteweya me ‘ rabin û bibin xwedî helwêsteke hevpar.
Bila dost jî dijmin jî zanibin em Kurd ji weke mirovên li herêmên din ên cîhanê, helbet xwedî bawerî û nerînên cuda ne. Lê dema ku mijar parastina xake me ya pîroz be em hemû yek in.
Ji ber vê em banga li jêr îmze dikin û banga yekbûnê li gelê xwe dikin.’’
NAVENDA NÛÇEYAN