Li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan!

Pêncşem 27 Hezîran 2024 - 02:35

KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir û desteser bike û di serî de Kurd bang li gelên Iraqê kir ku li ber vê dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê got:"Dewleta Tirk ji bo êrişên nû pêk bîne û bikeve nava hewldanên nû yên dagirkeriyê hêza xwe ya leşkerî li xaka Başûrê Kurdistanê dicivîne. 22'ê Hezîranê konvoyeke mezin a ji qemyon û wesayitên zirxî ji Amediyê derbasî Kanî Masî bû. Şeva 23'ê Hezîranê konvoyeke leşkerî ya ji wesayitên zirxî û artêşa Tirk ji Dihokê derbasî Amediyê bû. Şeva 24'ê Hezîranê cara sêyemîn konvoyeke mezin a ji wesayitên zirxî û çekên giran derbasî Amediyê hate kirin. Liv û tevgera leşkerî ya li navbera herêman dewam dike. Li vê xaka ku di bin berpirsyariya hevpar a Iraq û Başûrê Kurdistanê de ye, dagirkeriya Tirk bi agahdarî û erêkirina rêveberiya PDK'ê û hikumeta Bexdayê pêk tê. Rêveberiya Bexdayê ku tim û tim qala serweriya xwe û yekparebûna xaka Iraqê dike, bi peymana ku navê 'lihevkirina ewlekariya sînor' lê kiriye û bi Tirkiyeyê re mohr kiriye, zemîna wê yekê amade dike ku dagirkeriya Tirk asayî û rewa bike."

PDK di bin xizmeta Tirkan de ye

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê işaret bi van xusûsan kir:"PDK jî di vê mijarê de helwesteke hîn çalak nîşan dide û ji bo temamkirina dagirkeriya Tirk hemû derfetên xwe pêşkêşî xizmeta artêşa Tirk dike. PDK parastina baregeh û qereqolên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dike. Niha jî ji bo operasyonên nû yên dagirkeriyê ewlekariya sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk dike, yekser tevlî karê bicihbûn, stargeh, sewqiyat û lojîstîkê yên leşkerên Tirk dibe, ji xwe re dike wezîfe. Rêveberiya PDK û malbata Barzanî ji ber vê helwesta xwe, di rijandina keç û xortên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de ku li dijî dewleta Tirk a faşîst qirker şer dikin, bi qasî dewleta Tirk berpirsyar e. Divê gelê Kurd van têkiliyên nexêr û qirêj ên PDK'ê yên bi dewleta Tirk a qirker bibîne. Bi rengekî şênber eşkere bûye ku ji bilî parastina malbat û derdora xwe, ji bilî dewlemendkirina xwe ti eleqeya van bi Kurdîtiyê û Kurdistanê re nîne.

Leşkerên Tirk li qadên ku dagir kiriye herêmên qedexekirî radigihînin, hewl didin herêman ji mirovan xalî bikin, li qadên ku baregehên leşkerî lê danîne kontrola nasnameyan dikin, ji bo çûn û hatina gundiyan a li bexçe û zeviyên xwe li ser gundiyan ferz dikin ku destûrê ji leşkerên Tirk bixwazin. Dewleta Tirk bi vê rêbazê, polîtîkaya valakirin û koçberkirina gundan bi rêk û pêk dimeşîne. Dewleta Iraqê û desthilatdariya PDK'ê li hemberî vê polîtîkayê ti helwestê nîşan nade, zemînê ji wê yekê re amade dike ku bi hezaran ciwanên Kurd birevin Ewropayê û di rê de bi rengekî trajîk bimirin. Helwesta rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ku ti nerazîbûnê nîşanî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê nadin, li ser paşeroja civakên li Iraqê metirsiyeke cidî ye. Metirsî ew e ku dagirkeriya Tirk mayinde bibe û bi demê re veguhere desteserkirinê. 

Divê bêhelwest nemînin

Lê belê li gel xemsariya herdu rêveberiyan, her wiha xemsarî û bêhelwestiya partiyên siyasî, çapemenî, rojnamevan, eşîr, komên baweriyan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û civaka li Iraqê normal nîne. Bi taybetî ciwanên Kurdistanê yên welatparêz divê li hemberî van êrişên bêrûmet ên dewleta Tirk a dagirker û qirker, bêdeng nemînin û nerazîbûneke xurt nîşan bidin. Di serî de xelkê Başûrê Kurdistanê divê Iraqî hemû li hemberî dagirkerî û desteserkariya artêşa Tirk a li xaka wan, helwestê nîşan bidin. Divê polîtîkayên hikumetên xwe red bikin ku dagirkeriya Tirk rewa dikin û li dijî dagirkeriyê helwesteke çalak nîşan bidin; ji bo valakirina baregehên Tirk ên li ser xaka Iraqê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk divê meş, mîtîng û çalakiyan lidar bixin. Wezîfeya esasî ya her Kurd û Iraqiyekî ye ku li ber vê yekê rabe û li ber xwe bide. Ji ber vê jî di serî de Kurd divê her mirovekî ji gelên Iraqê li gorî pîvana mirovbûyîn û azadiyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin, dengê xwe bilind bikin û têbikoşin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.