• 25 parlamenterên Iraqê ji bo lêkolîna hebûna hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê daxwaznemeyeke ji 3 xalan dan Serokê Parlamena Iraqê.

Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk, 25 parlamenterên Iraqê, ji bo çavdêrî û serjimariya hêzên Emerîkî û artêşa Tirk a dagirker a di nava xaka Iraqê de û îdîayên hebûna îstixbarata Îsraîlê ya li Herêma Kurdistanê, daxwaza avakirina lijnekeyê kirin.

25 parlamenterên Iraqê ji bo lêkolîna hebûna hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê daxwaznemeyeke ji 3 xalan dan Serokê Parlamena Iraqê.
Xala yekem a taybet têkildarî lêkolîna hejmara hêzên Emerîkayê, şêwirmendên wê ye. Xala duyemîn jî daxwaza lêkolîna hêzên Tirkiyeyê yên li Mûsil û Herêma Kurdistanê dike.

Di nivîsê de îşaret bi 5 baregeh û 38 nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê tê kirin.

Xala din a parlamenteran bi taybetî li ser êrişa vê dawiyê ya Îranê li dijî Hewlêrê ye, pêşnûme behsa îdîayîn hebûna MOSSAD’ê li Başûrê Kurdistanê dike û li ser mijarê daxwaza lêkolînê dike. 

ROJNEWS/BEXDA