Li dijî dagirkeriyê hevgirtin û têkoşîn

Çarşem 17 Tebax 2022 - 22:24

  • Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê doh li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê daxuyaniyek da. 

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê êrişên delweta Tirk a dagirker li dijî herêmê û bêdengiya navneteweyî ya beramberî êrişan şermezar kir û bang li gel kir da ku bi hevgirtin û mezinkirina têkoşînê li ber êrişan rabe.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê doh li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Wê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Rêveberiyê a Herêma Firatê, Xalid Cerade daxuyanî da û li cemê rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, Saziyên Civaka Sivîl û malbatên şehîdan jî amade bûn.

Xalid cerade got, "Armanca dewleta Tirk têkbirina projeya me ya neteweya demokratîk e. Bi hêzên xwe yên bejahî û hewayî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dewleta Tirk seranserê sînorê herêmê topbaran dike û di encamê de hejmareke welatî şehîd û birîndar dibin.

Welatî şehîd û birîndar kirin

Artêşa Tirk a dagirker roja duşemê (15`ê Tebaxê) bajarokên Dirbêsiyê û Amûdê û gundewarên wan topbaran kirin, di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Roja sêşemê (16`ê Tebaxê) jî taxên bajarê Kobanê û gundên wê yên sînorî bi topavêj û çekên giran ji aliyê baregehên artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin. Di encamê de zarokek şehîd bû û 5 welatiyên din û yek ji wan jin bû, birîndar bûn. Her wiha balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker gundê Sinciq Sedûn ê girêdayî navçeya Amûdê bombebaran kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn.”

Bêdengiya garantoran jî rûreş kirin

Xalid Cerade di dewamê de êrişên dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û dewletên garantor, nexasim Emerîka, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî rûreş kir û ew alî wekî berpirsên êrişên li dijî herêmê û sûcên şer û qirkirinê bi nav kirin. Wî xwest ew dawiyê li vê bêdengiya xwe bînin.

Xalid Cerade herî dawî bang li celkê herêmê kir, da ku hevgirtî be û têkoşînê mezin bike da ku rê li ber dagirkeriya Tirk û kirinên wê yên derqanûnî û derexlaqî yên li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bigire.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.