Şaredariya Silopiyayê ji bo ku hunerê destan ê jinan zindî bihêle û li dijî polîtîkayên bişaftinê yên li ser çand û huner bisekine, kursên çêkirina şeleme, dezbilîng û doxînê dan destpêkirin.
Şaredariya Silopiyayê ya HDP´yî bi derfetên kêm, xebatên xwe dewam dike. Şaredariya ku di pirraniya xebatên xwe de girîngiyê dide bi xebatên jinan, di her warî de pêşengiyê dide jinan. Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê ji bo ku çanda jinan a kevnar neyê jibîrkirin û hûnerê jinan ê destan hîn bike, li Bazara Keda Jinan kursên çêkirina dezbilîng, şeleme û doxînê vekirin. Endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê Besê Cevîz der barê qursan de got, “Mebesta me ew e ku ev çanda jinan a dîrokî neyê wenda kirin. Dixwazin ku êdî çanda me û hûnerê me bibe perçeyekî jiyana me. Em niha miracaetan jinan qebûl dikin. Di destpêkê de em ê perwerdehiya çêkirina dezbilîng, şeleme û doxînê bikin.
Bişaftinê çand û huner da jibîrkirin
Cevîz got, siyaseta bişaftina jinên Kurd li dar e û wiha peyivî: “Lê em niha dixwazin ku bi vê xebata xwe, pêşiya vê bişaftinê bigirin. Niha her tiştek bûye teknolojî. Herkes bi vî awayî çanda xwe winda dike. Weke Şaredariya Silopiyayê me ev xebata xwe daye destpêkirin. Banga me li jinan heye, werin xwe qeyd bikin da ku çanda me winda nebe. Em çanda xwe, zimanê xwe winda nekin. Berê dezbilîngên xwe, parzînên xwe werîs û her tiştê xwe me xwe bi xwe çêdikirin.”
Besê Cevîz da zanîn ku armanca wan ew e hejmara kursan zêde bikin: “Di dema pêş de em ê perwerdehiya hunerên dest ên kevnare bidin. Di heman demê de em dixwazin ku jin bên ba hev û bi hev re hem êşên xwe parve bikin û hem jî çand û hûnerê xwe biparêzin.”
MA/ŞIRNEX