Li dijî biryarê greva birçîbûnê

Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 01:55

Mehkûmên siyasî yên li girtîgeha Dastgerd a li bajarê Îsfahan a Îranê, tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî bidarvekirinê bûn.

Di çarçoveya kampanya 'Na ji darvekirinê re' ya meha Sibatê li 25 girtîgehên Îranê hate destpêkirin, her Sêşemê çalakiya greva birçîbûnê tê kirin. Girtiyên Kurd, Belûc û Ereb ên siyasî li dijî cezayê darvekirinê helwestê nîşan didin. Li Îranê di sala 2023'an de 853 kes hatin darvekirin. Piştî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' rêjeya cezayê darvekirinê yê li Îranê ji sedî 48 zêde bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.