Li dijî bêdengiya Kazimî îmze tên berhevkirin

În 24 Hezîran 2022 - 22:36

  • Li dijî bêdengiya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk, li parlamena Iraqê îmze tên berhevkirin.

Li dijî bêdengiya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk, li parlamena Iraqê îmze tên berhevkirin. Ji parlamenê jî hat xwestin derbarê mijarê de civîneke awarte li dar bixe.

Di 17’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh a dagirkeriyê li dijî Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Li gel êrişan, bi balefirên bi çek û bê mirov xaka Herêma Kurdistanê bombebaran dike û welatiyan dike hedef.

Serokwezîrê Iraqê heta niha li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê ti helwestek nîşan nedaye û bêdeng e.

Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih, Refîq Salih ragihand ku li Parlamena Iraqê pêngaveke komkirina îmzeyan hatiye destpêkirin û armanca wê ew e ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bikeve ber lêpirsînê.

Fetih Refîq dibêje, “Ewm daxwaz dikin ku Parlamena Iraqê civîneke ne asayî li ser vê mijarê li dar bixe. Ji bo lêpirsîna Mistefa Kazimî rê û rêbazên pêwîst werin hebin. Ji ber ku li beramberî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî xaka Iraqê û binpêkirina serweriya Iraqê bêdeng e.”

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.