- Tahir Koçer: Tecrîdkirina Ocalan ne 22 saet, ne 22 roj, ne jî 22 meh in, lê tam 22 sal in, dewam dike. Daxwazên girtiyên siyasî yên Kurd, daxwazên me ne jî.
MUHAMMED KAYA
BERLÎN
Li paytexta Elmanyayê Berlînê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya rûniştinê bi koma duyem dewam dike. Doh koma duyem çalakî dewr girt.
Çalakiya rûniştinê li ser banga dîwana hevserokatiyê ya KCDK-E´yê 11´ê Çile li meydana Alexanderplatz a Berlînê dest pê kiribû. Çalakî 5 rojan carekê bi dor dewam dike. Koma yekê ji 11 ta 16´ê Çile çalakî dewam kir. Koma duyem doh dest bi çalakiyê kir û wê heta 23´yê Çile çalakiya xwe dewam bike.
Di dema dewrgirtina çalakiyê de, li ser navê koma duyem daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di nava komê de jî ji her çar parçeyên Kurdistanê nûner hene. Çalakgeran pankartên li ser wan nivîsandî “Êdî wext e ku Ocalan azad bibe”, “Di hepsên dewleta Tirk de greva birçîbûnê heye” hilgirtin.
Di meydana çalakiyê de doh pêşî hevserokê KON-MED´ê Tahir Koçer peyivî. Wî got, “Tecrîdkirina birêz Ocalan ne 22 saet, ne 22 roj, ne jî 22 meh in, lê tam 22 sal in, dewam dike. Ji sala 2015’an ve tecrîd her diçe bêhtir tê şidandin. Li hepsên dewleta Tirk bêhtirî 10 hezar girtiyên siyasî yên Kurd hene. Ev 53 roj in [îro 54 roj in] girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor de ne. Daxwazên girtiyên siyasî yên kurd, daxwazên me ne jî.“
Ji êşkencê re dibêjin “Êdî bes e!”
Ji parlamenterên berê yên HDP´ê Nursel Aydogan jî berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanan silav kir û got, “Her berxwedana li zindanan, li Tirkiyeyê rêyeke destketiyekê vekiriye. Li hepsan berxwedanên dîrokî qewimîn. Ji ber wê yekê, mirovên li van deran neceribînin. Em yanî kesên ne di hepsan de, divê ji bo ku ev pêvajo ber bi aliyekî din ve neçe, gelekî li ber xwe bidin.”
Nûnerê KOMAW´ê Cumalî Şaylemez jî di çalakiyê de peyivî û got, “Her roj zilm û êşkence li girtiyan tê kirin. Weke xizmên wendakirî û şehîdan em ji vê êşkenceyê re dibêjin, êdî bes e!”
Nûnerê Komeleya Rojava, Silêman Mihemed jî di axaftina xwe de destek da çalakiya li dijî tecrîdê û zilma li hepsan.
Hevserokê FED-KURD´ê Menderes Canbek jî bang li Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Konseya Ewrûpayê kir da ku li gorî peymanên xwe tevbigre û li gorî wan jî peywendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re ji nû ve di ber çavan re derbas bike. Wî herî dawî got, “Peymanên hûn aliyê wê ne bi cih bînin!”