Li dij Yasaya Rewşa Kesî têbikoşin

Pêncşem 6 Sibat 2025 - 02:25

Civaknas Kurdê Ehmed diyar kir ku Iraqê bi pejirandina projeya yasaya sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî dilê hemû jinan birîndar kir û got, “Divê em bihêz li hember vê yasayê rawestin û ji bo ku nekeve meriyetê em têkoşîn û zexta xwe zêdetir bikin.”

Di 21’ê Çileya îsal de, Parlamentoya Iraqê proje yasaya sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê ya hejmar 188 ya sala 1959’an pejirand û bû sedema bertekên tund ên jinan, çalakvanên jin û civakê ku sererastkirina vê yasayê ji bo malbat û zarokan gelek metirsîdar dibînin. Têkildarî zerer, metirsî û encamên ku sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê bi xwe re bîne, Civaknas Kurde Ehmed axivî.

Civaknas Kurde Ehmed da zanîn ku di cîhanê de xebat ji bo rakirina sînor û bendên li pêşiya jinan werin rakirin, tê kirin. Lê Iraq bi derxistina yasayekê dilê hemû jinan birîndar kir. Civaknas Kurde  got; “ Bi vê qanûnê dixwazin jiyana jinan cardin girê bidin. Lewra divê hemû jin li hember pejirandina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê rawestin.”

Civaknas Kurde Ehmed bal kişand ser wê yekê ku bi derbasbûna demê re, encamên yasayê wê her kes bibîne û got; “Tenê di çarçoveya zeciwandina zarokan de namîne, lêbelê rêjeya xwendewariya jinan jî xistiye bin metirsiyê. Divê em bihêz li hember vê yasayê rawestin û ji bo ku nekeve meriyetê em têkoşîn û zexta xwe zêdetir bikin.”

Civaknas Kurde Ehmed di dawiya axaftina xwe de got; “Me pirsgirêkên zimanî, nasname û netewî hene. Niha divê em zêdetir ji bo rêkxistina pirsgirêkên netewî û ji bo afirandina pêşerojeke baş ji bo nifşên xwe zêdetir têbikoşîn. Ev yasaya, ne tenê girêdayî çînekê ye, lê belê girêdayî hemû pêkhateyên civakê ye da ku em hemû paş bikevin. Lewra yekane rêya pêşîlêgirtina vê yasayê mezinkirina têkoşînê ye.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.