Li dij hişbirê têkoşîna hevpar divê

Sêşem 27 Gulan 2025 - 03:00

ROZA METÎNA / AMED

Hevberdevkê "Şiyar Be, Platforma Têkoşîna li dijî Hişbirê", Mûrat Kan diyar kir ku meseleya belavbûna hişbirê, pirsgirêk pergala serdest e û li dijî vêyekê banga têkoşîneke hevpar kir. 

"Şiyar Be, Platforma Têkoşîna li dijî Hişbirê" di 26'ê Nîsanê de piştî pêvajoyek amadekariyê ku nêzîkî pênc mehan dom kir, damezrandina xwe bi daxuyaniyekê li Amedê îlan kir. Beriya deklarasyonê di 26'ê Nîsanê de jî li Amedê li dijî bikaranîna hişbirê meş hat lidarxistin. "Şiyar Be, Platforma Têkoşîna li dijî Hişbirê" ku li Amedê hat damezrandin, bi banga "Werin em vê bêdengiyê bi hev re têk bibin, werin em xwe birêxistin bikin, werin em azad bibin" ciwan, jin û raya giştî vexwend têkoşînê.

Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li dijî Hişbirê Mûrat Kan têkildarî mijarê nirxandin kir. Mûrat Kan wiha got:” Bila em vê rastiyê ji bîr nekin ku em tenê bi civakek rêxistinkirî dikarin encaman bi dest bixin.”

Pirsgirêka pergala serdest e 

Mûrat Kan di destpêkê de bal bi ser armanca avakirina platformê û wiha got:"Wekî 'Şiyar Be! Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê' me di 26'ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê damezrandina xwe îlan kir. Bê guman, damezrandina vê platformê ji pêdiviyekê derketiye holê. Pirsgirêka tiryakê bi salan e ku di civakê de birînek xwînrijandî ye. Em di serdemekê de dijîn ku beşek girîng a civakê gilî dike lê nikare di derbarê vê mijarê de gavên berbiçav bavêje. Me bi wê fikirê dest bi vê xebatê kir. Pirsgirêkên civakî jî bûne faktorek ku bandorê li rêça giştî ya têkoşînê dike. Û tiryak ji bo beşên cuda yên civakê bûye pirsgirêkek hevpar. Ma ev pirsgirêk heta niha tune bû? Bê guman hebû. Lê ev pirsgirêk niha giran bûye û bûye mîna kangrenê. Bi rastî gelek sedem hene ku dibin sedema vê pirsgirêkê. Lêbelê, di bingehê de pirsgirêkek pergala serdest e. Ji ber vê yekê, modelek rêxistinî ya beşên cuda di nava xwe de dihewîne, pêwistiyek bû."

Wê bi gel re têkiliyê deynin 

Mûrat Kan da zanîn ji bo têkoşîna li dijî hişbirê ew ê bi gel re têkiliyan deynin û wiha pê de çû:"Ev platform piştî xebata nêzîkî 6 mehan, hat îlankirin. Di qonaxa yekem de, me hin lêkolîn kirin. Me li ser lêkolînên meydanî yên Rêxistinên Girseyî yên Demokratîk, SAMER'ê pêvajoyek nîqaş û agahdariyê da destpêkirin. Vê yekê bi me hişmendiyek cidî ya li ser mijarê çêkir. Me nexşerêya xwe bi awayekî diyar kir. Wêneyekî Amedê, bi taybetî di derbarê madeyên hişberê de, hate xêzkirin. Me nexşerêya xwe li gorî wê diyar kir. Me li ser tiştê ku dikare were kirin nîqaş kir. Her wiha me biryar da ku em hem di nav xwe de û hem jî bi hemî dînamîkên bajêr, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl re hevkariyê bikin ka em çawa dikarin stratejiyekê ji bo vê xebatê biafirînin. Me ji bo van pêvajoyan plan çêkirin. Me pêşniyar girtin. Me hin planên stratejîk çêkirin. Mîna malên zarokan. Em hîn di destpêka xebata xwe de ne. Ya herî girîng, em armanc dikin ku vê pêvajoyê bi hevkariya gel, çûna cem gel, wergirtina ramanên gel a li ser van mijaran bidin meşandin. Ev pirsgirêk pirsgirêka gel e. Ji ber vê yekê, ya vê pirsgirêkê çareser bike hevkariya bi gel re ye. Gel bi xwe hêza çareseriyê ye. Ji ber vê yekê, ji bo me pêdivî ye ku em bi gel re têkiliyan deynin."

Em ê hişmendiya civakî biafirînin 

Mûrat Kan bal bir ser xebatên wê li dij hişbirê pêk bînin û wiha dewam kir:"Guncav e ku em aliyekî xebata xwe wekî tedbîrên pêşîlêgirtin û parastinê binav bikin. Lêkolînên em ê bikin dê bingeha xebata me pêk bînin. Bi vana em ê hewl bidin hişmendiyek civakî biafirînin. Em ê bi plansazkirina çalakiyên wekî semîner, sempozyûm û atolyeyên li ser mijara hişbirê hişmendiyek giştî li ser mijarê biafirînin. Em ê qadên lîstikê jî ji bo zarokan biafirînin her wiha em ê hewcedariyên pedagojîk ên ji bo zarokan pêk bînin." 

Ji şer serbixwe nayê destgirtin 

Mûrat Kan diyar kir ku pirgirêka hişbirê ji şerê taybet serbixwe nayê destgirtin û wiha dewam kir:"Pirsgirêka madeyên hişberê pirsgirêkek e ku li seranserê cîhanê rewşa xwe ya heyî diparêze. Ew pirsgirêkek sosyolojîk-siyasî ye û her wiha pirsgirêkek civakî ye. Heta ku wekî pirsgirêkek piralî neyê çareserkirin û wekî pirsgirêkek sîstemîk neyê dîtin, çareseriya wê ne pêkan e. Divê ev mijara hişbirê ji rastiya Modernîteya Kapîtalîst û rejîma şerê taybet a Tirkiyeyê serbixwe neyê destgirtin."

Banga têkoşîna hevpar 

Mûrat Kan herî dawî banga têkoşîna hevpar a li dijî bikaranîna hişbirê kir û wiha got:"Bi rastî gelek tişt hene ku li ser vê mijarê werin axaftin. Ez dixwazim mijarê bi bangek kurt biqedînim. Ev xebat di bingehê de parastina civakê ye. Em bang li hemî dînamîkên bajêr, bi taybetî jî li gelê xwe dikin. Bila ew bi me re bin, bila ew bi hev re bin. Bila em vê rastiyê ji bîr nekin ku em tenê bi civakek rêxistinkirî dikarin encaman bi dest bixin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.