Li dij êrişên Tirkiyeyê berxwedan didome
Çarşem 12 Sibat 2025 - 03:10
Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kirin ku dagirkeriya Tirk li her derê berxwedana Kurdan dike hedef û gotin:"Ev êriş wê vîna me neşikînin û em wekî gel li dora hêzên xwe kom bûne."
Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8’ê Kanûnê heta 30’ê Çileyê bûn sedema şehîdbûna nêzî 41 kesan û zêdetirî 240 kes jî birîdar bûn, di nav de rojnameger û xebatkarên tenduristiyê jî hene.
Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, der barê encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker û sedemên dijminatiya wê ya li hemberî pêkhateyên din ên ku li herêmê mafên xwe dixwazin, axivîn.
Hesna Ehmed diyar kir ku dagirkeriya Tirk li her derê berxwedana Kurdan dike hedef. Her wiha got ku armanc ne tenê Pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê ye, lê belê armanc dîrok û erdnîgariya Kurdan a dewlemend e, em jî têdikoşin ku li welatekî azad bi rûmet bijîn.”
Alîsar Can jî bal kişand ser sedemên dijminatiya dewleta Tirk a li dijî mafên gelê Kurd û got: “Ji ber nasnameyê, dagirkeriya Tirkiyeyê êrişî gelê Kurd û hêzên Kurdan dike, dixwaze hebûna me û dîroka me ji holê rabike, lê belê me ti carî ji bijartina berxwedanê, paşve gav neavêtine.”
Emîna Henan jî der barê mijarê de wiha got: “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, artêşa Tirk a dagirker bi her awayî êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya balafirên xwe û çeteyên xwe nerawestandiye.”
Emîna Henan wiha dewam kir: "Em bi xwe bawer in, ji ber ku em vîna xwe ya berxwedanê ji têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan digirin. Ev êriş wê vîna me neşikînin û em wekî gel li dora hêzên xwe kom bûne.”
ANHA/HELEB