Saziya Giştî ya Avê ya kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Adara borî de dest bi tamîrkirina stasyona sereke ya ava vexwarinê ya li bajarokê Şeife yê rojhilatê Dêrazorê kir û torên avê yên sereke û yên şaxî nû kirin.
Saziyê 2 jenetorên dehfdana avê bi hêza 160 metre çargoşe û hêza 22 metre çargoşe di saetekê de danîn.
Li kêlek stasyona Qele û stasyona Siwer, stasyona bajarokê Şeife yê seyemîn e ku tê tamîrkirin.
Li gel xebatên tamîrkirinê li stasyona Şeife, saziya avê boriyên bi dirêjahiya 8 hezar metre û bi eşkêlên cuda danîn. Bi wê re 30 hezar şêniyên li taxên 24, Zehre, Hawî, Etes, kolana Jêrîn sûdê ji ava vexwarinê werdigerin. Xelkê bajarokê Şeife ji ber pirsgirêkên di tora avê û jenetoran de êşên negihandina ava vexwarinê dikişandin.
ANHA/DÊRAZOR