Li Darmstadtê sê gerîla hatin bîranîn

Yekşem 4 Cotmeh 2020 - 16:15

  • Li Komeleya Çanda Kurd a Darmstadtê, gerîlayên HPG'ê Ahmet Cîzre (Îsa Eren), Çekdar Zîlan (Firat Erîşen) û Simko Zerdeştî (Mahîr Edîş) ên 19'ê Tîrmeha 2020'an li Geverê di şerekî de şehîd bûn, hatin bîranîn.

Li Komeleya Çanda Kurd a Darmstadtê, gerîlayên HPG'ê Ahmet Cîzre (Îsa Eren), Çekdar Zîlan (Firat Erîşen) û Simko Zerdeştî (Mahîr Edîş) ên 19'ê Tîrmeha 2020'an li Geverê di şerekî de şehîd bûn, hatin bîranîn. Di wî şerî de serpelek, çawişekî pispor jî di nav de 12 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.
Nûnerê KOMAW'ê li civînê axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li şehîdan. Qiseker ji bo 10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê jî banga tevlîbûnê kir.
Di civîna roja Şemiyê de xizmên şehîdan jî axivîn. Metka gerîla Îsa Eren got: “Hevalê Îsa ne tenê şehîdê me ye, şehîdê gelê Kurd e." Birayê Eren jî ji bo xwedîderketina li şehîdan bang li gelê Kurd kir.
Bavê Çekdar Zîlan jî nameyek şand. Di nameyê de got, "Divê mirov bibe xwedî seknekê ku li têkoşîna wan bê (...) Bêdengî, xwevegirtin, tirs, teslîmbûn, bikaranîna mîrateya wan xiyaneta li şehîdan e."
Di civîna bîranînê de sînevîzyonek hate nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.