
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şevbuhêrkeke helbestê û huner ji helbestvan Lorî Tildarî û gelek hunermendan re li dar xist. Helbestvan Lorî Tildarî wekî din hat xelatkirin jî.
Li Navenda Dicle ya Çand û Huner a Dêrikê, bi beşdariya bi dehan kesan, gelek helbestvan û hunermendan şevbuhêrkek hat lidarxistin.
Destpêkê helbestvan Lorî Tildarî gelek helbestên li ser jiyan, welat û berxwedanê xwendin.
Hunermend Şadî Tildarî, Mihdî Hisên, Mistefa Hesen û Ridwan Cizîrî stranên folklorî û şoreşgerî pêşkêş kirin. Piştî xwendina helbestan û gotina stranan, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Biradost Mîtanî, xelata rûmetê da helbestvan Lorî Tildarî.
Mîtanî destnîşan kir ku armanca wan ew e ku tevahiya helbestvan û hunermendan li ser xebatên wan ên welatparêzî û çandî xelat bikin.
Mîtanî li dawiyê got, ew dê piştevaniya tevahiya hunermend û helbestvanan bikin da ku rêça xwe ya hunerî temam bikin û parastina çanda Kurd bikin ku ji hêla gelek dewlet û rejîman ve hedef tê kirin.
ANHA/QAMIŞLO















