Li Cizîrê Midûrtiya Polîtîkaya Jinê

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 00:23

ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Li şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya ku di dema qeyûm de  hatibû girtin, piştî 8 salan hat vekirin. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan destnîşan kir Projeyên wan yên li ser jinan berfireh in û demdirêj in, midûriyeta wê tenê bi Cizîrê re sînordar nemîne wê li navçeyan û gundan jî xebatan bike.

Qeyûm girtibû

Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan der barê vekirina mudûriyetê de got,’’Di sala 2016'an de rêveberiya Partiya me di şaredariya Cizîrê de midûriyeta polîtikaya jin vekirî bû. Lêbelê li gel tayinkirina qeyûm a li ser şaredariya Cizîrê yekem xebata qeyûm bû girtina birîma midûriyeta politikaya jinan. Di wê demê de jî Şewirmendiya navendî ya jinan a Sitiya Zîn hebû.’’

Yerbasanê bi domdarî got,’’ Ji ber ku Sitiya Zîn ev 8 sal in ku di bin baskê qeyûman de li gorî xwe xebatan didin meşandin. Di van 8 salan de di şaredariyê de hemû birim û midûriyet hene lêbelê midûriyeta jinê nehatibû vekirin. Ya ku heyî jî girtibûn. ‘’

Piştevaniya hemû jinan

Guler Yerbasanê bi lêv kir ku li gel vekirina midûriyetê, di bin banê wê de ew ê projeyên jinan yek û yek pêk bînin û got ku midûriyeta wan dw ne tenê ji jinên navçeyê re dê ji jinên derveyî navçeyê re jî dimînin piştevanî û alikariyê bikin.

Şêwirmandiya jinê

Yerbasanê derbarên xebatên ku wê bêne kirin ev agahî dan: ‘’Em ê xebatên xwe li ser vekirina şewirmendiya jinê bidin meşandin. Em ê demeke nêz de jî şewirmendiya jinê vekin. Piştî 8 salan me midûriyeta jinan ava kir. Ji bo ku jinên ku li Cizîrê li rastî tundiyê tên û polîtîkayên şerê taybet li ser wan tê meşandin bikaribin xwe bigihînin me, me lezginî ev beş vekir. Niha hin aliyên wê yên ku kêm mane hene. Lêbelê di demeke nêz de ew kêmasî jî dê biqedin. Bi awayeke fermî bi rengê jinê me ev birîma xwe vekir. Di dema pêşiya me de jî li ser xeta Alo ya tundiyê aktif bikin. ‘’

Rengê jinê wê xuya bike

Hevşaredar Guler Yerbasanê da zanîn ku qeyûm şaredarî veguherandiye qadeke mêr û got ku ew ê di şaredariyê de vîn û rengê jinê bi cih bikin û ev tişt got: "Mudûriyeta me herî dawî li ser jinên ku di van demen dawî de li Cizîrê hatine qetilkirin re xebatên xwe dide meşandin. Bi zarok û malbatan van jinan re têkiliyên de ne. Reng û vîna jinê dê şaredariya Cizîrê de piştî 8 salan dê bixuye. Wê xebatên me yên qadê jinê de bidome.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.