Mihrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê, bi dîwana dengbêjan a li Cizîrê hate danîn, bi dawî bû.
Di çarçoveya Mihrîcana Çand û Huner a Cizîrê de ya ku bi pêşengiya Organîzasyona Sanatça û Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hate organîzekirin, li Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek dîwana dengbêjan hate danîn. Parlamenterên Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Zekî Îrmez, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnex û navçeyên wê, endamên Meclisa Dayikên Şemiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê û gelek kes tev li dîwana dengbêjan bûn.
Têkoşîn her dewam dike
Welatiyên tev li dîwana dengbêjan a Hediye Kalkan, Eylul Nazlier, Rêzanê Batû û Mehmet Denîz bûn, bi dengbêjiyê şa bûn. Dengbêj Rêzanê Batû di bernameyê de axivî û got, wan dixwest vê dîwanê di şertên cuda de deynin, lê bi astengiyên qeymeqam û qeyûmê Şaredariya Cizîrê re rû bi rû mane. Batû anî ziman ku tevî astengiyan hemûyan jî wan dîwana dengbêjan weke parçeyekî girîng ê çanda Kurdan daniye û bi lêv kir ku ew ê dest ji têkoşînê bernedin.
Dengbêjan di bernameya nêzî du saetan de kilamên xwe gotin û welatiyên tev li dîwana dengbêjan bûn, bi tilîlî û çepikan guhdariya kilaman kir. Bername bi çepikan bi dawî bû.
MA/ŞIRNEX