Li çiyê jî li bajêr jî berf

Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:30

  • Li seranserê Kurdistanê barîna berfê ya zêde tesîra xwe li jiyana rojane kir. Nexasim jî dewama dibistanan sekinand û rêyên gundan û hin rêyên sereke li çûnûhatinê girtin. Dîsa jî li bajarên weke Qamişloyê, nexasim ciwanan bi lîstikên berfê kêfa xwe anî.

Berfa zêde li temamê Kurdistanê tesîra xwe kir. Nexasim jî li Bakur û Başûrê Kurdistanê berfê tesîreke mezin li jiyana rojana a xelkê kir. Li Silêmaniyê balefirgeha navneteweyî li seferan hat girtin, rêya di navbera Pênciwên û Silêmaniyê de asê bû, li Şirnexê rêyên bêhtirî 190 gundan hatin girtin. Li Wan, Bedlîs, Mêrdîn, Colemêrg. Amed, Batman, Çewlîg, Qers, Dêrsim, Erdexan, û Îdirê jî berfê gelek rêyên gundan li çûnûhatinê girtin. Li bajarên weke Qamişlo yên esas germ jî, berfê erd girt û şaredariya gel, rêyên bajêr ji berfê paqij kirin.

Seferên balefiran sekinîn

Rêveberiya Balefirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê diyar kir ku ji ber barîna befrê ya zêde kiriye ku seferên balefiran li balefirxaneyê bên rawestandin.

Rêveberiya Balefirxaneyê got, ji bo geştên asîmanî ji nû ve dest pê bikin, xebatên ji bo paqijkirina pîstan ji berfê, li balefirxaneyê dewam dikin.

Rêveberiya Trafîkê ya navçeya Pênciwênê ya ser bi Silêmaniyê ragihand ku ji ber barîna zêde ya berfê, rêya sereke ya Pêncwên-Silêmaniyê hatiye girtin. Rêveberiyê welatî û şofêr agahdar kirin û da zanîn ji ber barîna zêde ya berfê, divê çûnûhatin çênebe. Ji pêr bi şev ve li pirraniya bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê berf dibare. Li piraniya bajar û navçeyan dewama saziyên hikûmî - ji bilî saziyên xizmetguzariyê - hatine rawestandin.

Li Bakur rê di bin berfê de man

Bajarên bakurê Kurdistanê di bin berfê de man. Ji ber barîna zêde ya berfê li Bakurê Kurdistanê rêya bi hezaran gund û gundikan hatiye girtin. Ev sê roj in li bajarên Colemêrg, Wan, Bedlîs, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Amed, Batman, Çewlîg, Mûş, Agirî, Erzirom, Qers, Îdir, Erdexan û Dersimê berf dibare û rêyên bi hezaran gund û gundikan li van bajaran û navçeyên wan hatine girtin. Li van bajaran dibistan jî di betlaneya berfê de ne. 

Tenê li Şirnexê ji ber barîna berfê rêya 112 gund û 17 gundikan li çûnûhatinê hat girtin. Berfê li navendê rêya 10 gundan û 5 gundikan, li Elkê ya 14 gund û 5 gundikan, li Qilebanê rêya 6 gundan, li Basa rêya 12 gundan, li Cizîrê riya 23 gund û 4 gundikan û li Hezexê rêya 47 gund û 3 gundikan, girtiye. Wekî din stûriya berfê li navendê gihîşt nîv metroyê û li Qileban û Elkê jî li hin deveran gihîşt 2 metroyan. Ji ber barîna berfa zêde Rêya Hevrîşmê jî li çûnûhatinê hat girtin û bi sedan TIR û wesayît li ser rê asê man. 

Karekî nû ji şaredariya Qamişlo re

Şaredariyên Qamişlo û Tirbespiyê yên li Rojavayê Kurdistanê, rêyên ji ber berfê hatine girtin vekirin. Komîteyên Şaredariya Gel a Qamişlo û navçeya Tirbespiyê ji bo hêsankirina çûn û hatinê, rêyên sereke û şaxî vekirin ku ji ber berfê hatibûn girtin. Têkildarî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a Qamişloyê Cîhan Yusif got, tîmên rewşên awarte, komîteyên girêdayî şaredariyê ji pêr ve gelek rêyên sereke û şaxî yên bajêr vekirine.

Axir berfê kir ku xelkê bajêr kêfa xwe jî bi lîstikên berfê bîne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.