Li Çiyayê Şengalê vedigerin

Duşem 1 Mijdar 2021 - 23:45

  • Di 1975’an de bi dehezaran Êzidî bi fermana Sedam Hisên ji gundên xwe yên li Çiyayê Şengalê hatin qutkirin û li deştê hatin bicihkirin.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Di 1975’an de bi dehezaran Êzidî bi fermana Sedam Hisên ji gundên xwe yên li Çiyayê Şengalê hatin qutkirin û li deştê hatin bicihkirin. Şêx Dexîl, piştî 46 salan vegeriyaye gundê xwe û vê peyamê dide Êzîdiyan: “Em ji çiyayê xwe piştrast in lê hewce ye hîn zêdetir xwedî li Çiyayê Şengalê derkevin.”

Caran, Êzîdiyan hem jiyana xwe ya xwezayî li Çiyayê Şengalê derbas dikir, hem jî xwe ji êrişên dijmin diparastin. Çiyayê ku di dîrokê de civaka kevnar hewandiye, hiştiye ku Êzîdî li ber xwe bidin û li ber  hemî êrişan de serbikevin.

Siwarek li Geliyê Kersê 

Me berê xwe da Geliyê Kersê ku yek ji cihên herî bi av û dar e. Cihê herî guncaw ê ji bo çandinî û xwedîkirina pez e.

Dema em di rê de bûn, em rastî siwarekî hatin ku hespê xwe ber bi Deşta Warê Xidirê ve dibezand. Me hewl da em wî nas bikin. Nemir Derwêş jî ji me re behsa serpêhatiya xwe kir, “Mala min li Kersê ye, ji bo serdana rezê xwe bikim, ez hatime vir û ez ê biçim Deşta Warê Xidirê. Em li vê deştê debara xwe bi çandiniya rezan dikin, beriya niha bav û kalên me jî ev kar dikirin.” ew zêde li me neawiqî û ber bi Deşta Warê Xidirê ve hespê xwe bezand. Piştre me jî ev deşt meraq kir û me berê xwe da vê deştê. 

Dema mirov li deşteke wekî Warê Xidirê binihêre, helbesta Rêber Abdullah Ocalan tê bîra mirov: “Xwezî li Çiyayê Şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma”. Bi guhdarîkirina vê helbest re mirov careke din pê dizane ka Çiyayê Şengalê çi qasî girîng e. Li her gelî û newalên Çiyayê Şengalê qub û cihên xwedawendan hene. Cihê ku Êzîdiyan lê textê xwe danîye û rehet razane jî her ev çiya ye.

Fermana Sedam Hisên

Di nav deştê de em rastî Şêx Dexîl hatin û em bûn mêvanê wî. Şêx Dexîl sala 1975’an ji gundê xwe tê qutkirin lê piştî 46 salan ji nû ve vedigere gundê xwe yê çiyê. Sala 1975’an bi hinceta ku pêşmergeyên PDK’ê tê de ne, bi fermana Sedam Hisên civaka Êzîdî ji Çiyayê Şengalê tê qutkirin. Di destpêka zivistina wê salê de, xelkê tevahiya gundên Êzîdiyan, 155 gundan, ji çiya tên derxistin û li deştê têne komkirin. Ji van gundên li deştê re jî gotin komalgeh. Ev qutbûn bû sedem ku civaka Êzîdî li hemberî ferman û êrişan bêparastin bimîne.

Ji Çiyayê Şengalê piştrast in

Şêx Dexîl ji bo Çiyayê Şengalê dibêje, “Em ji Çiyayê xwe piştrast in ku wê serî ji ti kesî re netewîne û heta niha kesî nekariye vî çiyayî dagir bike.” Şêx Dexîl berê me dide fermana 2014’an û wiha pê de diçe: “Niha jî gelek kes hene jiyana li vir ji bo wan zehmet e, lê ji bo parastina xwe li vir in. Heger beriya fermanê herkes li vir ba, dema fermanê ewqa zehmetî nedidîtin.”

Şêx Dexîl behsa wan qedîm jî dike: “Di dîrokê de ev cihê em lê ne, cihê biryaran bû ku jê re Ziving tê gotin. Wê demê Hemo Şero yek ji mezinên Êzdiyan bû ji eşîra Feqîra. Ji wê demê ve Êzdiyan biryara berxwedanê dayîne û her digotin, ji bilî berxwedanê tiştekî em bikin nîne.”

Vegerê piştî fermanê dest pê kir

Şêx Dexîl dibêje, "Tê bîra min me nekarî em serdana rezên xwe jî bikin di dema Sedam Hisên de. Lê niha piştî fermanê, em vegeriyane li ser warê xwe û li gundên xwe yên kevin in."

Kirin bin destê alemê

Feqîr Şewêş Sîno jî yek ji wan kesan e ku piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an vegeriyaye gundê xwe yê kevin. Sîno dibêje, “Em ji çiya derxistin, bi vê yekê karibûn di warê parastinê de me lawaz bikin, di warê çandî de me ber bi helandinê ve bibin. Bi qutkirina ji çiya, rê li ber fermanê hate vekirin û dewletê û partiya Bees a Sedam Hisên bi vê yekê Êzîdî kirin bin kontrola xwe. Dema Êzîdî çûne deştê, êdî ew îradeya berê nema û ketin bin destê alemê.”

Sîno di dawiyê de dibêje “Pêwîst e Êzîdî ti carî xwe ji çiya qut nekin. Em gundê Zivingê bikin mînak, hindik Êzîdî li vir hebûn lê xwedî îrade bûn û yekîtiyeke wan a baş hebû. Bi wê yekîtiyê li ber fermanan disekinîn.”

Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, Rêveberiya Xweser a Şengalê hewl dide bi rêya şaredariyên gel rê ji bo gundên kevin çêke, da ku Êzîdî vegerin çiyayê xwe. Piştî 46 salan bi desteka Rêveberiya Xweser a Şengalê, Êzîdî vedigerin gundên xwe yên kevin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.