- Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê, Tîma Tenduristiya Derûnî li gundê Xera yê Çiyayê Kizwanan li ser mijara şidetê şanoyek pêşkêş kir.
SORGUL ŞÊXO / JINHA/HESEKÊ
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê, Tîma Tenduristiya Derûnî li gundê Xera yê Çiyayê Kizwanan li ser mijara şidetê şanoyek pêşkêş kir. Komê bi rêya şanoyê peyama da ku şidet ne tenê li jinê, li dayikê, hevjîn û xwişkan dibe û erka hemû jinan li ser şidetê biaxivin û bêdeng nemînin.
Tîma Tenduristiya Derûnî şanoya bi peyama li dijî şideta beramberî jinê, li avahiya Meclîsa Bajarokê Xera yê navçeya Til Temir a Kantona Hesekê, bi amadebûna endam û rêveberên meclîsa bajarokê Xera her wiha Kongreya Star û jinên Xerayê hate pêşkêşkirin.
Şidet şidetê tîne
Berpirsê Tîmê, EbdilKerîm El-Rawî derbarê vê çalakiyê de got, „Jin di nava civakê de, rastî gelek rengê şidetê tê ku di navê de şideta bedenî, devkî û aborî jî heye, ya herî girîng jî ew e ku em civakê perwerde û hişyar bikin, da ku ev tundî kêm bibe. Nexasim em di sedsala 21’an de ne, êdî parêzvanên mafê mirovan hişiyar dikin da ku haya her kesî jê çêbibe ka ya baş û bi sihet ji bo malbat û civakê çi ye. Hewce dike em vê zanistê ji bo ku şideta li dijî jinê bi dawî bibe, di nava civakê de belav bikin û têbighêjin ku şidet şidetê tundiyê tîne.”
Ji bo hişmendiya baviksalar peyamek
Endama Tîma Tenduristiya Derûnî Cîhan Ehmed, lîstikvana rola jina şidet lê dibe, dike. Ew li hemberî hevjînê xwe dengê xwe bilind dike û daxwaza mafê xwe dike. Cîhan Ehmed jî li ser peyama ku xwestine di şanoyê de bidin temaşevanan, got, ‚’Şanoya ku me pêşkêş kir, peyamekê dide civakan û hişmendiya baviksalariyê ku jin xwedî hebûnekê ye û divê em şideta li dijî wê bisekinînin. Şideta li her mirovî dibe, dayika min ango xwişk yan kîjan zayenda ku li ser rûyê erdê jî be. Girêdana şanoya me û herêma Çiyayê Kizwanan jî, ji ber vê yekê ye ku adetên civakî li pêş in û gelek jê jî şaş in û divê ku rê li ber wan were girtin.”