Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Rêxistina “Deniz Feneri” ya Tirkiyeyê li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî mêtingeheke nû ava dike.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografîk de, bi rêya rêxistinên îxwanî avakirina mêtingehan li seranserê erdnîgariya Efrînê dewam dike.

Li gorî çavkaniyeke xwecih, dewleta dagirker bi hevkariya şîrketeke girêdayî rêxistina “Deniz Feneri” ya Tirkiyeyê li derdora gundê Kefir Sefirê yê navçeya Cindirêsê mêtingeheke nû ava dike.

Di mêtingeha nû de wê zêdetirî 100 avahiyên 4 qatî werin çêkirin û tê gotin ku wê avakirina mêtingehê destpêka zivistanê bidawî bibe.

Hat destnîşankirin ku wê malbatên çeteyan ên ji Xûta Rojhilat ya gudewarê Şamê, Hums û Hemayê lê werin bicihkirin.

Piştî erdheja 6′ê Sibatê avakirina mêtingehan di çarçoveya guhertina demografiyayê de li erdên derdorê û gundên navçeyê zêdetir bûye. Her wiha malbatên Tirkmen û malbatên çeteyên li navçeyê tên bicihkirin.

ANHA/ŞEHBA