• Fatma Yagmûr a ku li Elmanyayê ji dayik bû û lê mezin bû, zû PKK nas kir. Piştî ku Sakîne Cansiz (Sara) dît, bêhtir çalak bû. Piştî şehadeta Cansiz berê xwe da çiyayên Kurdistanê. 

BESÊ NÛCAN
BEHDÎNAN

Tijda Ekecîk (Fatma Yagmûr) yek ji lehengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye. Lêgerîna wê ya li azadiyê ew ji Ewrûpayê gihand çiyayên Kurdistanê. Bû gerîlaya Zagrosan. Ji bo demeke kurt be jî bû gerîlayeke temam.

Di nava zor û zehmetiyên çiyê de hevrêtiya têkoşînê cuda ye. Jji bo mirov pirr zehmet e ku mirov qala hevriyên xwe bike, lê ji ber ku ew ji bo mirov cihê serbilindiyê ne, ev bar sivik dibe. Ekecîk 13'ê îlona 2016'an li Cîloyê şehîd bû. Hevrêyê wê Gelhat Dijwar qala wê dike: "Di Bihara 2016'an de li Cîlo me hev nas kir. Wê demê li Cîloyê hevalên nû hatibûn wezîfedarkirin, kom hatin qadê. Di nava komeke ji hevalên jin de Heval Tijda jî hebû.

Cara ewil dihat Kurdistanê

Cîlo di warê avhewayê de qadeke dijwar e, bihara xwe jî dereng tê. Dema ku kom hatin, meha Gulanê bû. Li girên ku em lêbûn bi giranî berf hebû. Demeke welê bû ku berf hêdî hêdî diheliya. Heval piştî ku 6-7 saetan hilkişiyan çiyê, gihîştin cihê me. Ez jî tevî du hevalan çûm pêşwazîkirina wan. Li wir şehîd Hêlîn jî hebû. Dema ku em çûn me dît ku heval gelekî westiyayî ne. Li ser kaniyê li qada Azroyê me heval pêşwazî kir û bir kampa me. Hevala Tijda li qada me hatibû wezîfedarkirin. Wê demê dijmin êrişî Cîlo kir. Li dijî operasyonê me amadekariyên xwe kir. Di pêvajoya pratîkê de em bi hevala Tijda re man. Ew jî mîna me tevlî karê şikeft û binesaziyê bû. Wê demê me firsend dît ku hev ji nêz ve nas bikin. Em hîn bûn ku ji Elmanyayê tevlî bûye; li wir mezin bûye piştre jî tevlî gerîla bûye. Cara yekê bû ku hevala Tijda dihate Kurdistanê.

Her tim dixwest encamê bigire

Piştî ku tevlî bû bi demekê di nava karê ciwanan de ma û piştre bi israr xwest xwe bigihîne eniya şer. Taybetmendiya wê ya destpêkê ya ku bal kişandibû ev bû. Destpêkê li Avaşînê bû, piştre jî derbasî Cîlo bû. Wê demê şer giran bû û wê jî timî dixwest li refê herî pêş be. Perwerdeya leşkerî dîtibû, lewma ji aliyê şer ve xwe xurt kiribû. Hevalek wisa bû ku xwe di gelek waran de xurt kiribû û her tim dixwest di karê xwe de encamê bigire. Ji aliyê rêbaza tevgerê, şert û mercên şer ve xwe şareza kiribû û ji alî fîzîkî ve xwe xurt kiribû. Ji çiyê hez dikir û hêza wê ya manewî ew di nava jiyanê de xurtir dikir.

Guhdarî dikir û hîn dibe

Xisleteke din a hevala Tijda jî ew bû ku zû tevlî civatê dibû. Timî guh dida hevalan û hewl dida hîn bibe. Mînak, dema ku hevalekê/î qala tecrûbeyê xwe dikir bi saetan lê guhdarî dikir û pirs dikirin. Jixwe ji ber vê taybetmendiya xwe di temenê xwe yê ciwantiyê de dest bi lêgerînê kiriye. Li Elmanyayê têkilî bi hevalan re danîbû. Her ku jiyana hevalan ji nêz ve nas kiriye bêhtir çalak bûye û tevlî kar bûye. Şehadeta hevala Sara (Sakîne Cansiz) bandoreke mezin lê kiribû. Beriya ku tevlî bibe Heval Sara dîtibû, pê re sohbet kiribû û nîqaş kiribû. Vê yekê jî biryara tevlîbûnê ya hevala Tijda xurt kiribû. Piştî şehadeta Heval Sara tevlî nava têkoşînê bû. Li cihekî weke Elmanyayê biryara tevlîbûnê bi tena serê xwe gaveke gelekî mezin e. Bi biryara tevlîbûnê bersiva herî rast da şehadetan.

Şehadeta heval Tijda ji bo me zehmet jî be bi sekna xwe ya li nava jiyanê, têkoşîn û coşa xwe cihê xwe di dil û mejiyê her kesî de girt. Hûn li Cîlo ji kîjan hevalê/î bipirsin wê ji we re qala Tijda bike. Tevî ku demeke kurt li Cîlo ma şopeke xwe ya mezin lê hişt. Li dijî operasyona dijmin heta kêliya dawî şer kir."