• Berdevka Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY'yê Liz Throssel, derbarê şerê Rûsya û Ûkraynayê de got, di şer de 536 kes mirine û 13 ji wan zarok in.

Berdevka Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY'yê Liz Throssel, derbarê şerê Rûsya û Ûkraynayê de got, di şer de 536 kes mirine û 13 ji wan zarok in.

Li paytexta Swîsre Cenevreyê, 49'emîn Rûniştinên Mafê Mirovan ên Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) pêr dest pê kir. Di rûniştinan de pêşniyazên ji bo krîza Ukraynayê yên bi rojeva lezgîn, tên nîqaşkirin. Di rûniştina duh axaftina wezîrê karên derve yê welatan dest pê kiribû. Îro li bendê ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî tevlî rûniştinan bibe, lê ji ber qedexeyên qada hewayî ya welatên Ewrûpayê, Lavrov nikare tevlî rûniştinan bibe. 

Berdevka Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY'yê Liz Throssel, di rûniştinan de derbarê şerê Rûsya û Ûkraynayê de axivî û diyar kir ku di şer de 536 kes mirine û 13 ji wan zarok in. Throssel, da zanîn ku ji van 136 sivîl in û her wiha agahî da ku 40 kes jî di şer de birîndar bûne. 
Throssel, derbarê çalakiyên li Rûsyayê li dijî şer tên lidarxistin de jî agahî dan û diyar kir ku di van çalakiyan de 6 hezar û 400 kes hatine hatine girtin.

Berdevka Komîseriya Bilind a NY'yê Shabia Mantoo jî da zanîn ku herî kêm 600 hezar kes heta doh, ji Ukraynayê penaberî welatên cîranan bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN