Li Birca Belek dersên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Cotmeh 2021 - 01:58

  • Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek di 22’yê îlona 2019’an de li navçeya Cizîra Şirnexê hat vekirin. 

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek di 22’yê îlona 2019’an de li navçeya Cizîra Şirnexê hat vekirin.

Komeleya piştî hat vekirin ji ber pandemiyê neçar ma ku xebatên xwe bide rawestandin. Lê piştî destpêkirina rewşa asayî niha xebatên xwe nû dike. Niha qursên xwe yên perwerdeya bi zimanê Kurdî da destpê kirin. 

Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî tevlî perwerdê dibe û fêrî Kurdî dibe. Ew jî dibêje; "Di dîroka cîhanê de hemû netew bi zimanê xwe tên nasîn. Berê di nava civaka me de axaftina zimanê biyanî weke tiştek eyb dihat dîtin û ev yek ji bo parastina zimanê Kurdî tiştek baş bû. Niha ev yek hatiye guhertin û gel êdî bi zimanê Tirkî xwe îfade dike. Ev yek weke kêmasiyekê ketiye nava civaka me. Bi taybetî ciwanên me bi awayekî hezkirin êdî zimanên biyanî himbêz dikin û diaxivin.”

JIN NEWS/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.