• Hate ragihandin ku dewleta Tirk û cerdevan li herêma Bestayê daran bibirrin û dewleta Tirk dixwaze li herêma Mêrgemorê qeleqolekê ava bike. 

Hate ragihandin ku dewleta Tirk û cerdevan li herêma Bestayê daran bibirrin û dewleta Tirk dixwaze li herêma Mêrgemorê qeleqolekê ava bike. 

Hate diyarkirin ku li herêma Besta ku di navbera navçeya Berwarî ya Sêrtê û navenda Şirnexê de ye, amadekariyên operasyoneke berfireh tên kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, ji bo darên li herêma Bestayê bên birrîn zext li gundiyan tê kirin. Heke ew daran nebirrin, gotine ew ê cerdevanan bibin herêmê û ev cerdevan wê daran bibirrin. 

Hate zanîn ku ji bo darên bên birrîn bar bikin û bibin, bi sedan wesayît tên amadekirin.  

Hate ragihandin ku tê armanckirin ku li Mêrgamor a li herêma Bestayê ku xwedî cihekî stratejîk e, qeleqol were çêkirin.

ŞIRNEX