Li Bestayê 5 dagirker hatin kuştin

Pêncşem 18 Gulan 2023 - 15:19

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li herêma Besta ya Şirnexê de daxuyaniyek da.

HPG’ê di daxuyaniyê de got, "Tevî ku hêzên me di pozîsyona çalakînekirinê de ne, tevgerên rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bi rêk û pêk dewam dikin. Di encamê de di navbera leşkerên Tirk û hêzên me de şer diqewime û ji her du aliyan windahî çêdibin. Herî dawî li Besta ya Şirnexê, ji ber tevgerên li ser herêmên hêzên me hatin kirin, li gorî agahiyên destpêkê çend caran şer qewimî, di encamê de 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin. Her wiha 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên li ser vî şerî piştre wê bi berfirehî bi raya giştî re bêne parvekirin."

Agahiyên berfireh ên li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Zê (Zapê)

15'ê Gulanê saet di 10:30'î de dagirkeran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê kirin. Hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan.

15'ê Gulanê saet di 11:00 û 11:30'î de dagirkeran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kirin. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan êrişê.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

15 û 16'ê Gulanê Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, derdora gundê Yekmalê yê Garê, quntara Kanî Sarkê, Girê Zengil û Xêrê 6 caran bi balafiran hatin bombekirin.
14, 15 û 16'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê, qada Girê Ortê ya Metînayê û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 15 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di encama van êriş û bombardûmanan de ti zirar negihişt  hêzên me.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.