Li Besrayê qetlîameke hovane

În 10 Gulan 2024 - 00:02

Hat ragihandin ku şeva borî li bajaroka Şetil Ereb ya girêdayî parêzgeha Besrayê, zilamek 12 endamên malbata xwe qetil kir û piştre jî xwe kuşt.

Li gor nûçeyên medya Iraqê, li bajaroka Şetil Ereb ya girêdayî Besrayê zilamek 12 endamên malbata xwe qetil kir.

Li gorî nûçeyê kujer karê avahîsaziyan dikir û nêzî milyarek û 400 milyon dînarê Iraqê deyn li ser hebû, her wiha madeyên hişber jî bikar dianî. Hat gotin, piştî ku 12 endamên malbata xwe qetil kir, piştre jî xwe kuşt.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.