Çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 rojan ku li ser banga Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de hatiye destpêkirin, di roja 3’yan de didome. 

Çalakiya rûniştinê ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di hepsên dewleta Tirk de bi rê ve diçe. Greva birçîbûnê ya li 120 hepsên delwet Tirk, 27’ê Mijdara 2020’ê dest pê kiribû.

Çalakiya rûniştinê ya li paytexta Elmanyayê Berlînê, 11’ê Çile li Alaxanderplatez dest pê kiribû.

Çalakiya 5 rojan a rûniştinê di roja 3’yan de didome. Çalakger dixwazin, daxwazên girtiyên siyasî ragihînin civaka navneteweyî.

Li ser navê Women Defend Rojava, ji organîzatorên Young Streik aktivîstek û li ser navê Nûnertiya Partiya Komunîst a Kurdistanê ya Berlînê Enver Taş doh li cihê çalalkiyê axivîn.

Çalakiya bi dor, wê bi koma duyem ji 16 ta 20´ê Çile dewam bike.

BERLÎN