- Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad der barê rewşa Şengalê de axivî û got: Di navbera sînorê Rojava û Şengalê de 2 hezar û 500 leşker hatine bicihkirin, ev pêşî li metirsiyê vedike.
Piştî ku “Peymana Şengalê” di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin, li dijî civaka Êzîdî gef û zext jî zêde bûn. Di 10'ê Adarê de hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku hêzên Asayîşa Êzidxanê ji Şengalê derbikevin wext da Rêberiya Xweser a Şengalê. Li dijî êrişeke gengaz jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi awayeke lezgîn civiya û li navenda Şengalê meşeke girseyî li dar xist. Piştî vê meşê her kesî berê xwe da Hewlêr û Bexdayê. Her çiqas ji bo demekê herdu alî bêdeng bin jî di navbera Rêveberiya Xweser û herdu aliyan de hevdîtin pêk hatin. Di daxuyaniya herî dawî de a ku bi pêkhateyên Şengalê bi awayeke hevpar dan hat gotin ku hikûmeta Iraqê heta 1'ê nîsanê wext daye Asayîşê û ew ê li dijî vê biryarê li qadan bin. Di pêkanîna “Peymana Şengalê” de Hewlêr û Bexda bi israr in û mijara mereqê ye ku wê li dijî êrişeke gengaz e kurd helwesteke çawa nîşan bidin. Der barê naveroka “Peymana Şengalê” û amadekariyên ji bo pêkanîna peymanê Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Ev daxwaza Tirkiyê ye
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad destnîşan kir ku kesên ku ji DAIŞ'ê reviyan û çûn nikarin careke din qala parastina civaka êzidî bikin û got: "Di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Bexda û Hewlerê de peymana Şengalê hat îmzekirin. Her kes baş dizane ku ew peyman ji derveyî vîna civaka êzidiyan hat îmzekirin. Bêyî vîna Şengalê dîsa dixwazin ku li ser qedera wan biryar bidin. Ew hêzên ku Şengal teslîmî DAIŞ'ê kirin û ew komkujî, qirkirin pêk anîn û reviyan dixwazin îro careke din bikevin Şengalê. Dîsa dixwazin beyî vîna Êzidiyan lîstokên xwe yên qirêj li ser Şengalê bimeşînin. Em dikarin bibêjin ev peyman li ser esasê tifaqeka siyasî hatiye îmzekirin. Bi plan û daxwazên dewleta Tirkiyeyê ev peyman hatiye erêkirin. Bi vê peymanê dixwazin ku Êzidiyan ji Şengalê derxin. Dixwazin careke din civaka Êzidî bi qirkirinekê re rûbirû bimîne. Çimkî em hemû dizanin piştî fermana 74’an civaka Êzidî rabû ser piyan û hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Keç û xortên êzidî îro parastina axa xwe û gelê xwe dikin.”
Kurd dikarin vî pîlanî xira bikin
Murad diyar kir ku rabûna li ber qirkirina Êzîdiyan berpiryariya her kurdekî ye û got: “Weke KNK’ê me tu caran êrişên li ser xaka Kurdistanê qebûl nekirin. Her wiha bi taybetî jî em dibêjin êrişên li ser Şengalê nayên qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de xebatên me jî tên birêvebirin. Ev pilan ji hêla hêzên Kurdistanî ve dikarin bên xerakirin. Ev berpirsyariyeke civaka navnetewî ye jî. Ew fermana ku herî dawî li ser Şengalê pêk hat bêhurmetiya li dijî mirovahiyê bû. Ev ji bo mirovahiyê rûreşiyek bû. Loma tevahiya mirovahiyê îro ji parastina vê civakê berpirsyar e. Divê îro hemû pêkhateyên kurd piştgiriyê bidin Şengalê. Xwedîderketina li berxwedana Şengalê erk û berpirsyariya her kurdekî ye."
Bila ew xwe rêve bibin
Murad destnîşan kir ku pêwîste Şengal ji Şengaliyan re bê hiştin û got: “Heke qirkirineke nû pêk were Bexda û Hewlêr jê berpirsyar in. Çimkî parastina Şengalê di destê herdu aliyan de bû. Parastina vê civakê erk û berpirsiyariya wan bû. Loma em dibêjin ji her kuştinekê berpirsyar in. Bila ev civak xwe bi xwe parastina xwe bike. Bila rêveberiya xwe bi xwe bi rê ve bibe. Çimkî ti kes wan bi qasî wan nas nake. Li ser axa Iraqê xetereyek mezin heye. Rewşa aramî û asayîşê baş bi cih nebûye. Ji ber wê em dibêjin, heger vê peymanê pêk bînin wê Tirkiye bigihîje miraza xwe. Ji hemû hêzên azadîxwaz re bangawaziya me ew e ku bêdeng nemînin.
NAVENDA NÛÇEYAN