Li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şengalê, li dijî gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê meşek hate lidarxistin. Şengaliyan bang li hikûmeta Iraqê kir da ku serweriya xwe biparêze.
Li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şengalê, gelek welatiyên Êzîdî, serokeşîr û kesayetên Şengalê tevlî meşê bûn. Meşê li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê dest pê kir.
Di meşê de dirûşmeyên li dijî daxuyaniyên Erdogan ên dagirkirina Şengalê hatin gotin. Girse heta rêya sereke ya Sinûnê meşiya û li wir daxuyanî da. Şengaliyan di daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta Iraqê kir da ku li serweriya xwe xwedî derkeve. Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Qasim Xelef daxuyanî li ser navê xelkê xwend. Wî wekî din got, ew ê li hemberî gefan bêdeng nemînin, divê her kes li ber gefan rabe û rê nede dagirkirina xaka Iraqê. Qasim Xelef di dewamê de got, "Li Şengalê hêzên me yên parastinê hene. Ji zarokên vê axê ne. Hêzên me hene, ew hêzên ku li dijî DAIŞ’ê şerkirin û niha tevahiya Şengalê diparêzin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya Êzîdiyan û pêkhateyên Şengalê hate kirin da ku li dijî gefên dewleta Tirk bibin yek.
ŞENGAL