Li ber êrişên qirkirinê rabin!

Duşem 4 Adar 2024 - 00:08

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk di çarçoveya armanca xwe ya qirkirina Kurdan de li Şengal, Silêmaniye û Kelarê êrîş kir û bang li her kesî kir ku li ber êrîşan rabe û wiha got:’’Di nava hefteya dawî de dewleta Tirk a mêtinger qirker li Şengal, Silêmaniye û Kelar êrîş kir û di encamê de şehadet çêbûn. Em van komkujiyên ku dewleta Tirk bi hevkarên xwe kiriye bi tundî şermezar dikin, şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Êrîşên li Şengal, Silêmaniye û Kelarê mîna êrîşên beriya niha di çarçoveya qirkirina Kurdan de hatin kirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi êrîşa li ser pêşengên têkoşîna azadiyê dixwaze gelê Kurd bitirsîne, bişikîne, teslîm bigire û li ser vê bingehê planên xwe yên qirkirinê bi cih bîne. Em bang li her kesî dikin ku li dijî dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û li hemberî van êrîşên qirkirina Kurdan helwestê nîşan bidin, li ber rabin.

Dewleta Tirk pîlaneke nû pêş dixe

Dewleta Tirk planeke nû li ser Başûrê Kurdistanê dixe meriyetê. Ji bo vê plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk bîne zextê li dewleta Iraqê û YNK'ê dike, mîna PDK'ê hevkariyê li ser wan ferz dike. Dewleta Tirk bi rêya van êrîşan her wiha hewl dide çavê dewleta Iraqê û YNK'ê bitirsîne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi vê helwesta xwe ketiye pozîsyoneke welê ku zerarê dide her kesî. Bi mejiyê qirker, mêtinger, nijadperest, neteweperest û neo-osmanî tevdigere. Li Rojhilata Navîn bi kûrkirina şer dixwaze sûdê ji vê rewşê werbigire û serweriyê li ser dewletên herêmê dayne.

Dixwazin qirkirina Êzîdiyan temam bikin

Di êrişa li ser Şengalê de welatparêzê hêja yê xelkê me yê Êzîdî Sadûn Mîrza Elî şehîd bû. Dewleta Tirk dixwaze xelkê me yê Êzîdî qir bike ku DAÎŞ'ê nekarîbû bike. Abdulkadîr Sabrî Toprak ê li Silêmaniyeyê di êrişê de şehîd bû, ji ber faşîzma AKP-MHP'ê neçar mabû ji Bakur derkeve û li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê bi cih bûbû. Ev ewladê hêja yê gelê Kurd ku di nava gel de weke Dr. Sabrî dihate naskirin, bi keda xwe debara xwe dikir, bi dilxwazî xizmeteke mezin ji gelê xwe re dikir. Ew bi xwe di heman demê de ewladekî şehîdekî bû. Hevalê Sabrî hîn zarok bû, bavê wî hevalê Rêzan tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûbû û di destpêka salên 1990'î de şehîd bûbû. Di êrişa li Kelarê de kadroyê tevgera me hevalê Şevger şehîd bû. Hevalê Şevger ji sala 2022'an û pê ve li Başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe dewam dikir, karê siyasî dikir. Di şexsê her sê şehîdên xwe de em şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê hesreta şehîdên xwe pêk bînin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.