50 saziyên Kurdistanî li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê banga li ber dagirkeriyê rabin, kir. 

Nûnerên saziyên Kurdistanî li bajarê Kolnê yê Elmanyayê li hev civiyan û li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk biryar dan ku bi hev re tevbigerin û maseyeke krîzê ava kir.

Maseya krîzê ji bo rabûna li ber dagirkeriyê hate avakirin û ji her saziyekê nûnerek cihê xwe di nav de digire.
Bi navê 50 saziyan, Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, Ronak Ahmet (KNK), Mimamed Haci Ahmet (Hizbî Şûî Kurdistan), Mahmût Davût (P.D.K.S.), Gorran Babaaîl (Tevgera Gorran), Dersim Alalî (PYD), Sabrî Eryîgît (PÎK), Nebez Abdullah (hunermend), Hafiz Tûrhali (CÎK), Çiya Mihemedî (Komala), Haci Çelîk (NAV-YEK), Ferîdûn Knjrînî (rojnamevan), Diyar Başû (KCDK-E Başûr), Îbrahîm Vesta Hasan (Pêşmergeyê Dêrîn), Yildiz Fîlmcî (KON-MED), Ahmad Hbash (Dîwana KCDK-E), K. Îmad (Herwesî), Bedran Mosa (PDKS), Mohammad Daoûnd (PDKS), Engîn Sever (FED.MED) û Alî Aydin (FEDA) tevlî civînê bûn.

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç li civînê axivî û anî ziman ku dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê li dijî PKK'ê ye, dagirkerî li dijî tevahiya Kurdan e. Her wiha wî got, li her qada ku Kurd lê ne wezîfeyên mezin dikevin ser milê rewşenbîr, nivîskar, sazî, hunermend, siyasetmedaran û destnîşan kir ku ew bang li her kesî dikin ku ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk bi berpirsyarî rabin.

KOLN