Tirkiye di 20’ê Çileya 2018’an de bi hevkarî û erîşkirina hêzên hegemon êriş bir ser Efrînê û ew dagir kir. Beriya dagirkirinê nifûsa bajêr di ser 500 hezarî re bû û yek ji wan bajaran bû ku şoreşa Rojava lê şax vedabû. 

Piştî ku DYE û Rûsyayê rê li ber Tirkiyeyê vekiribûn, Tirkiyeyê jî bi amûrên bêmirov ên biçek, bi tanq û topan dest bi êrişên xwe kiribûn. Efrînê 58 rojan li ber xwe da. Neteweyên Yekbûyî bang li YPGʼê dikir û digot, bihêle bila xelk ji Efrînê derkeve. Bi vî awayî jî diyar dibû ku Emerîka û Rûsya bi vê dagirkirinê re ne. Bi palpiştiya hêzên hegemon dewleta Tirk û çeteyên xwe ketin navenda Efrînê, 7 navçeyên wê û 365 gundên wê. Piştî Efrînê, Tirkiyeyê berê xwe dabû Serêkaniyê û Girê Spî û ev der jî dagir kiribûn. 

Piştî dagirkirinê qirkirin

Rojnamevan Nazim Daştan qala wan roja dike û balê dikişîne ser vê trajediyê çawa li pêş çavê cîhanê hemû qewimiye û deng ji kesî derneketiye. Deştan dide zanîn ku dewleta Tirk bi 10 hezar eskerên xwe û nêzî 50 komên çete Efrîn dagir kiriye. Di êrişan de 613 kes hatine kuştin û 730 kes jî birîndar bûne. Ji kuştiyan 303 zarok û  213 jin bûn. Di nava 3 salên dagirkeriyê de li Efrînê zêdetirî 7 hezar kes hatine revandin. Ev mirov ji bo fîdyeyê hatine revandin û aqûbeta piraniya wan nayê zanîn. Hema bibêje ev yek veguheriye tiştekî bazirganiyê. Ji mirovên hatine revandin zêdetirî hezarî jê jin in. Heya niha 75 jin hatine kuştin, dest avêtine 69 jinan û aqûbeta bi sedan jinî jî nayê zanîn. Hema bibêje bûyerên bi vî rengî her roj diqewimin. Ev êşkence, revandina mirovan, talankirin, kuştin û qirkirina jinan di raporên Neteweyên Yekbûyî, Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û Navenda Mafên Sivîl a Ceaserifeyê de jî cih girtine 

Her tiştî qir dikin

Piştî ku dewleta Tirk bajêr dagir kir 300 hezar Efrînê ji neçarî warê xwe terikandin an jî hatin derxistin û li şûna wan 400 hezar kesên ji Idlib, Hama, Hums, Gûta, Lazkiye û Helebê anîn li şûna Efrîniyan bi cih kirin. Tê texmînkirin ku niha ji sedî 23ʼê şêniyên Efrînê mane. Kurd têne koçberkirin û malên wan têne desteserkirin û talankirin. Zimanê Tirkî li wan tê ferzkirin û navê deveran tê guhertin. Deverên dîrokî têne talankirin û têne firotin. Perestgeha Endarê, Keleha Nebî Hûrî, Şikefta Duderî û Perestgeha Marmaronê hatin talan kirin ku qaşo ev der di lîsteya UNESCO’yê de ne.

Wekî din li Efrînê nêzî 20 milyon darên zeytûnan hebûn, beşek ji van hatin birrîn û zeyta wan jî firotin Spanya, Emerîka û Elmanyayê. . Tirkiye û komên selefî çav berdan van zeytûnan û dest danîn ser zeytûnên hatin berhevkirin û rûnê wan. Zeytûnên hatin berhevkirin şandin Tirkiyeyê û ji wir jî firotin Spanya, DYA û Almanyayê.

MA/ŞEHBA