Li bendava Tişrînê berxwedan
Sêşem 11 Sibat 2025 - 03:05
Jinên Kobanê ku ev çar car in berê xwe didin Bendava Tişrînê, ev der wek ‘bendava têkoşîn, berxwedan û şehîdan’ binav kir û wiha gotin: “ Ev êrîş tu car israr û biryara me ya di tekoşînê de lawaz nake.”
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 8'ê kanûna 2024'an de dest bi êrîşên li ser Bendava Tişrînê û pira Qereqozakê kirin. Li hember van êrîşan Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) berxwedanek dîrokî bi armanca parastina bendavê û gelê herêmê, meşandin. Ev êrîş heya vê kêliyê jî didomin. Domandina êrîşan wê xeterên mezin bide bi hezaran kesên li herêmê û bendav wê ber bi hilweşandinê ve here.
Jinên bi biryar nirxên xwe diparêzin
Di 6'ê Sibatê de, şêniyên bajarê Kobanê ya kantona Firatê cara çaremîn berê xwe dan Bendava Tişrînê da ku parastina bendava xwe bikin. Jinên ku beşdarî çalakiya nobedê bûne diyar kirin ku wê tu car dev ji berxwedana xwe bernedin û di parastina bendava xwe de bi israr in. Jinan destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe destkeftiyên şoreşê biparêzin.
Berxwedana me ranaweste
Zozan Xelîl behsa armanca hebûna wan a li bendava Tişrînê kir û da zanîn ku ev cara çaremîn e tên nobetê. Zozan ev der wek ‘bendava têkoşîn, berxwedan û şehîdan’ binav kir û wiha got: “Armanca me ji vê yekê ew e ku parastina ax, av û elektrîka xwe ji êrîşan bikin. Berxwedana me ranaweste heya ku êrîşên hovane li ser bendavê ranewestin. Ev êrîş tu car israr û biryara me ya di tekoşînê de lawaz nake.”
Li bendava Tişrînê berxwedan
Sewsen Ebes ku yek ji beşdarên berxwedana Bendava Tişrînê ye jî da zanîn ku beşdarî vê çalakî û berxwedanê bûye da ku bikaribe parastina bendava xwe bike û wiha got: “Em bi saya hêzên xwe îro li bendavê berxwedanek dîrokî dimeşînin. Em ê li hember hemû êrîşên dagirkeriyê rabin. Tevî ku me li vir birîndar û pakrewan jî dan, dîsa jî berxwedana me lawaz nabe. Em bi hêza xwe bawer in ku em ê axa xwe nedin destê dagirkeran. Li bendava şehîdan berxwedan û efsaneyên dîrokî tên nivîsandin."
NÛJINHA/KOBANÊ