Li Bêgirî konser

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 00:46

Ji aliyê Şaredariya Bêgirî ya Wanê ya DEM Partiyê ve konserek hat lidarxistin. Di konsera ku li ber avahiya şaredariyê hat lidarxistin de Azad Bedran û Hediye derketin ser dikê. Konser ji aliyê xelkê ve bi eleqeyeke mezin hat pêşiwazîkirin. Hevşaredara Bêgiriyê Hediye Sayiner di axaftina xwe ya beriya konserê de diyar kir ku ev demeke dirêj e li Bêgirî çalakiyên çandî û hunerî çênebûne û destnîşan kir ku dê çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin. Xelkê beşdarî konserê bûn tevî baranê jî govenda xwe berdewam kirin. Konser bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

JINNEWS/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.