Li Bedlîs û Sêrtê bombebaran li Elkê şer giran e

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 02:15

Diyar bû ku di operasyonê dagirkeriyê de ya li ser navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê qadên daristanan tên bombebarankirin û gund hatine dorpêçkirin. Gundiyan dijî operasyona dagirker helwest nîşan dan û gotin ew nema dikarin kar û barê xwe bikin û xwestin ku dawî li tevgera leşkerî were.

22’yê hezîranê li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şêrwan û Berwariyê yên Sêrtê operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin û hêj didome. Diyar bû ku operasyon li gundên Xîzanê yên Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Hûzeran, Giran, Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî, Deşta Kaviltîn û Çiyayê Hêstirê û herêmên Şêrwan û Berwariyê yên Sêrtê berfireh bûye. 

Bi tevlêbûna bi sedan leşker û cerdevanî

Operasyona dagirkeriyê bi tevlibûna sedan leşker û cerdevanan hatiye destpêkirin û çoltarên gundan û qadên bidaristan bi helîkopteran tên bombebarankirin.  

Hat ragihandin ku gundên Giran û Hûzeranê ji duh ve dorpêçkirî ne û qadên daristan û cihên darên fêkiyan tên bombebarankirin. Di heman demê de hat ragihandin ku di ketin û derketina gundên navborî de welatî piştî GBT’ê derbas dibin. 

Gundî: Em nikarin kare xwe bikin 

Li gor agahiyan; zozanên Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî û Deşta Kaviltînê jî hatine qedexekirin. Şêniyên ku ji ber operasyonê nikarin biçin zozanên xwe, wiha gotin: “Ji roja operasyon hatiye destpêkirin heta niha em nikarin kar û barên xwe bikin. Em nikarin miyên xwe bidoşin û biçin zozanan. Bênavber dengê çekan û bombeyan tên. Ev operasyon her sal tên kirin.” 

Li Êlkê şerê giran

Her wiha operasyona li bejahiya 3 gundên Elkê hatiye destpêkirin didome û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. 

Wezareta Karên Navxwe ya Tirk ragihandibû ku li bejahiya gundên Melêsê û Hemka û Çiyayê Bermal ên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona dagirkeriyê ya leşkerî ya bi navê "Bozdogan-44"  dane destpêkirin. Operasyon dagirkeriyê berdewam dike. Di navbeyna hêzên HPG’ê û leşkerên dagirker de şerekî giran heye.

Waliyê mêtinger ê Şirnexê beriya bi çend rojan ketin û derketina li nav herêmên ku şer lê diqewimin qedexe kiribû.

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.