• Aktîvîstên înîsiyatîfa “Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze)” pêr navenda Partiya Keskan a li bajarê Elmanyayê Munchenê dagir kir û heta bi rêveberên partiyê yên eyaleta Bayernê re hevdîtin kirin jî çalakiya xwe dewam kirin.

Aktîvîstên înîsiyatîfa “Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze)” pêr navenda Partiya Keskan a li bajarê Elmanyayê Munchenê dagir kir û heta bi rêveberên partiyê yên eyaleta Bayernê re hevdîtin kirin jî çalakiya xwe dewam kirin. Seroka parlamena eyaletê ya ji Partiya Keskan Gulseren Demirel û seroka rêxistina eyaleta Bayernê ya Partiya Keskan Eva Lettenbauer hem metna doz û daxwazên Defend Kurdistanê îmze kir û soz da ku ji bo pêk hatina wan bixebite. 

Pêr aktîvîstên Defend Kurdistanê gotin, dewleta Tirk siyaseta derve ya Elman rehîn girtiye û navenda Partiya Keskan a li Munchenê dagir kirin. 

Wan xwest bi nûnerên rêveberiya partiya ya eyaletê re rûnin, Partiya Keskan eşkere û li raya giştî vekirî êrişên dewleta Tirk şermezar bike. wan wekî din xwest ji bo ku heyeteke bêalî biçe Başûrê Kurdistanê Partiya Keskan hewl bide. Ev heyet divê lêkolînan bike, bi mexdûrên êrişên Tirk re bipeyive û bikaranîna sîlehên kîmyewî jî lê bikole.   

Berdevka Defend Kurdistanê ya Munchenê Sabrina Kurz got, “Şerê li Kurdistanê divê bi hevdîtinên aştiyê bi dawî bibe û ji bo vê divê Partiya Keskan jî hewl bide.”

Defend Kurdistan wê bela xwe veneke

Defend Kurdistanê da zanîn ku piştî çalakiya wan ew bi  Gulseren Demirel û Eva Lettenbauer re peyivîne, wan daxwazên wan îmze kirine, gotine, ew destê didin daxwazên wan. Li ser wê jî wan çalakiya xwe bi dawî kiriye.

Defend Kurdistanê bi bîr xist ku rêxistina Frankfurtê ya Keskan jî soz dabû wan destekê bidin biryareke weke ya aşredariya Krefeldê, ew ê vê yekê hê bişopînin û her wiha soza partiya Keskan a eyaleta Bayernê jî bişopînin. 

MUNCHEN