- Êrişa ku dewleta Tirk di 23 Nîsana 2021’ê de li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên ser bi Başûrê Kurdistanê, daye destpêkirin, dewam dike.
Ajansa Mezaopotamyayê (MA) ragihand ku li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê cerdevan ji bo darên herêmê bibirrin hatine wezîfedarkirin, û ji bilî meaşê xwe, mehê 9 hezar û 139 lîreyan werdigirin.
Êrişa ku dewleta Tirk di 23 Nîsana 2021’ê de li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên ser bi Başûrê Kurdistanê, daye destpêkirin, dewam dike. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku li herêmê nikarin bi pêş ve biçin, talankirina xwezaya Kurdistanê weke rêbaz danîne ber xwe. Li gorî agahiyên MA´yê ji çavkaniyên cihî bi dest xistine, cerdevanên li bajarokê Sêgirkê yê ser bi Qilebana Şirnexê jî tevli operasyonê hatine kirin.
Cerdevanên ku ji bo birrîna daran hatine wezîfedarkirin, her mehê careke tên guhertin û her roj 313 lîre pere werdigirin.
Li aliyê din hatiye ragihandin ku xebatkarên paqijiya dibistanên navenda Şirnexê û navçeyê wê jî tevli operasyonê tên kirin. Axir wezîfeya talankirina xwezaya Kurdistanê li Başûr bi destê PDK´ê û li Bakur jî bi destê cerdevanan tê birêvebirin.
ŞIRNEX