Li Basa dewleta cehşan

Yekşem 7 Mijdar 2021 - 23:15

  • Li Basa sercerdevanê berê Bahattin Aktug ê niha şaredar, li her asta sazûmaniya dewletê kur, nevî, bûk û zavayên xwe bi cih kirine. Yanî dewlet li Basa kiriye, dewleta cehşan.

Li navçeya Şirnexê, Basa, li her saziyeke dewletê xizmekî yan jî xizmeke Şaredarê AKP'î yê Basa, Bahattîn Aktûg heye. 11 xizmên Aktûg li van saziyan kar dikin û navê wan bi karên ne li rê re tên hildan. 

Zarok û neviyên Şaredarê AKP'î yê Basa, Bahattîn Aktûg, dilê xwe nehiştiye, di gelek daîreyên dewletê û şaredariyê de ew bi cih kirine. Ji Midûriyeta Perwerdehiyê, Meclîsa Şaredariyê heta bi nexweşxane û dibistana leylî, xizmên Aktûg li hemûyan hene. 
 
Îhaleyan dide zarokên xwe 

Aktûg, berî ku bibe şaredar 8 salan bi awayekî çalak cerdevantî kir. Aktûg, heta hilbijartinên herêmî yên 30'yê Adara 2014'an ji partiyên cuda şaredartî û sercerdevantî kir. Sala 2014'an ji AKP'ê bû namzetê şaredariyê û paşê bû şaredar. Piştî ku bû şaredar, xizmên wî jî di saziyên dewletê de dest bi kar kirin. Zarokên wî jî hem îhaleyên navçeyê girtin hem jî di saziyên dewletê de di qedemeyên girîng de cih girtin. 

Welatiyên ku ji ber vê yekê nerihet in, dibêjin, li Basa, bêyî zarokên Aktûg Selahattîn û Mehmet Altûg kes nikare ti tiştî bike.

Welatî dibêjin, Selahattîn Aktûgê muteahîd û endamê AKP’ê yê Meclîsa Şaredariyê, li bajêr ji îhaleya serwîsên xwendekaran, îhaleya xwarinê ya YÎBO'yê, heta bi îhaleya mazota eskeriyê, gelek îhale girtine. 
 
Darçandin nîne
 lê kampanya wê heye

Welatî tînin ziman ku malbata Aktûg ji bo ku kes nizanibe ew îhaleyan digirin, bi navê hin kesên din tevli îhaleyan dibin û kampanya darçandinê ya Wezareta Çandinî û Daristanê jî wan wergirtiye, lê belê dar nayên çandin û malbata Aktûg û keyayan li hev kiriye û wekî dar tên çandin, nîşan didin. 
 
Serê saziyê Altûgek

Zarok, nevî û xizmên Aktûg li 11 saziyên dewleta Tirk de yan midûr in yan jî di qedemeyên payebilind de ne. 

- Kurê wî Ahmet Aktûg Midûrê Perwredehiya Neteweyî ya Basa ye. 

- Kurê wî Mehmet Aktûg sercerdevan e. 

- Kurê wî yê parêzer Bîlal Aktûg, endamê Meclîsa Şaredariyê ya Basa ye ku bi kontejana bavê xwe bûye endam.

- Keça wî Kûmrû Aktûg Midûra Navenda Perwerdehiyê ya Gel e.

- Keça wî Murşîde Aktûg Midûra Nexweşxaneya Dewletê ya Basa ye. 

- Bûka wî Lale Altûg Cîgira Midûriyeta Dibistana Leylî (YÎBO) ya Basa ye. 

- Neviya wî Seçîl Altûg cîgira Midûriyeta Dibistana Seretayî ya Navendê ye. 

- Zavayê wî Ayhan Aktûg ku demekê li Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê dixebitî û di ber re jî midûrê YÎBO'yê bû, niha Midûrê Dibistana Seretayî ya Ataturkê ya Basa ye. 

- Biraziya wî Emîne Aktûg, Malmudira Basa ye. 

- Zavayê wî Zekî Okyar, Midûrê Nivîsgeha Şaredariya Basa ye. 

- Xalê wî Aydin Şen, Midûrê Xizmetên Darayî yên Şaredariya Basa ye.

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.