Li Baroya Dîlokê êrîşa nîjatperestên Tirk

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 00:48

Li Civata Giştî ya Asayî ya Baroya Dîlokê dema ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate destnîşankirin hin parêzerên faşîst û nîjatperest ên Tirk bi ser kursî de çûn da ku êrîşa fizîkî bikin. OHD’ê Lijneya Dîwanê jî bûye parçeyek ji êrîşê.

Li Civata Giştî ya Asayî ya Baroya Dîlokê ji ber ku dema ku Endamê Lijneya Rêveber di axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan endamên baroyê yên nîjatperest ber bi kursî ve meşiyan da ku êrîşê bînin û axaftinê asteng bikin. Şaxa OHD’ê ya Dîlokê got,’’Lijneya Dîwanê bû parçeyek ji astengkirinê.’’

Têkilî mijarê Şaxa OHD’ê ya Dîlokê li ser hesabê xwe yê dijîtal got, “Endamê Ljneya Rêveber a komeleya me dema diaxivî, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ku 44 meh in tu agahî jê nayên girtin û got ku ev yek li dijî biryarên DMME û mafên mirovan e. Di vê navberê de hinek parêzer ber bi kursiyê ve meşiyan, xwestin axaftinê asteng bikin û ketin nav ahewldanan êrişa fîzîkî.’’

Şermezarî

OHD’ê bi domdarî got,’’Lijneya dîwanê bi awayekî bêxîret û derhiqûqî biryara bidawîkirina lijneya giştî da. Em vê êrişa kirêt a li dijî azadiya xweîfadekirinê şermezar dikin.’’

Axaftina ku bû sedema êrîşê

Di metna OHD’ê de beşa têkildarî tecrîda li Îmraliyê wiha ye: “Li Girtîgeha Girava Îmraliyê zêdetirî 44 meh in destûra hevdîtinên bi malbat, parêzer û vasiyan re nayê dayin. Biryarên qedexeyê û pêvajoyên îtîrazê bi derhiqûqtiyan tên domandin. Rewşeke agahînegirtina mutleq heye û bi rejîmeke rewşa awarte ku hiqûq lê hatiye tunekirin tê birêvebirin. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan û girtiyên din (Di vê navberê de hewldana êrişê dest pê kir) û polîtîkayên tu îzaheta wan tune ye, girêdayî mijara gavek berê me behs kirî ne. Bi vê wesîleyê em careke din dixwazin ku civakeke demokratîk, aştiyane were avakirin, hiqûq were cîbicîkirin û mafên makezagonî bên bicihanîn.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.