Li baregehên Emerîkayê xistin

Duşem 13 Mijdar 2023 - 00:58

Balefirên bê mirov êrişî her du baregehên leşkerî yên Xirab Cîr û Rimêlan ên Emerîka yên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kirin. Li gorî agahiyan zirarên madî li baregehan çêbû.

Li gorî agahiyan bi balefirek bê mirov êrişî baregeha Xirab Cîr a Emerîkayê ya li nêzîkî gundên Hesekê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. 

Li aliyê din Koma Meqawemey Îslamî ya li Iraqê daxuyaniyek belav kir ku pêr bi şev bi rêya 2 balefirên bê mirov baregeha Rimêlan a hêzên Emerîkayê ya li Suriyeyê kirine hedef û diyarkirin ku êriş gihiştiye armanca xwe.

Hêjayî gotinêye ku piştî şer û aloziyên navbera Hemas û Îsraîlê de, nêzî 20 roj in baregehên leşkerî yên Emerîkayê yên li Rojhilata Navîn bi taybet li Iraq û Suriyeyê bi rêya mûşek û dronan ji aliyê Meqawemey Îslamî ya girêdayî Îranê ve tên hedef girtin. Pentagon di daxuyaniya xwe ya herî dawî de eşkere kiribû ku di giştî êrişên li ser baregehên hêzên Emerîkayê de 56 leşkerên wan birîndarbûne. Ev yek jî metirsiya berfirehbûna şer li herêmê zêde dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.