• Li ser rêya Bane-Kîle ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber qezayeke trafîkê 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn. 

Li ser rêya Bane-Kîle ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber qezayeke trafîkê 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, pêr bi şev 2 wesayit li ser rêya Bane-Kîleyê li hev qelibîne. 

Ji ber qezayê 2 kesên bi navê Saman Mehmûdî (Soyrû) û Cemal Mehmûdî (Koxe Mamo) jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûne. Hatiye gotin ku kesên di wesayîtê de kolber bûne. 3 kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Bane.

BANE