Li Banayê terora dewletê: Hertişt qedexe!

Şemî 16 Îlon 2023 - 00:27

Gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê nêzî du meh in di bin dorpêça leşkerên Tirk de ye. Li gund çêrandina heywanan, avdana baxçeyan jî qedexe ye. Li 5 herêmên navçeya Basa ya Şirnexê 15 roj in ketin û derketin qedexe ye.

Gundê Bana ku destpêka meha Tîrmehê di serdegirtina malan de gelek kes lê hatin binçavkirin, nêzî du meh in di bin dorpêça leşkeran de ye.

Hîn jî di ketin û derketina gund de leşker kontrolê dikin. Li gundiyan hate qedexekirin ku piştî nîvro neçin baxçeyên xwe.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) gundiyan nerazîbûn nîşan dan ku her tim qedexeyên nû li wan têne ferzkirin û gotin, leşkeran zext li wan kirine û gotine, "Heta qedexe bi dawî bibe hûn ê heywanên xwe ji axurê dernexînin."

Qedexe bandoreke giran li jiyana rojane ya gundiyan dike, ku çavkaniya bingehîn a debara gundiyan xwedîkirina heywanan e.

Gundiyan diyar kirin ku leşkeran êvara 14'ê Îlonê ji mizgefta gund anons kirin û gotin, qedexe ye ku heywan bêne çêrandin.

ANF/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.