Li Antalyayê êrîşa nîjdadperestî

Çarşem 23 Sibat 2022 - 22:36

  • Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeke nîjadperest (30 kes) pêr êrîş bir ser 3 xwendekarên Kurd. 

Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeke nîjadperest (30 kes) pêr êrîş bir ser 3 xwendekarên Kurd. Xwendekar Botan Artûç û Feyzî Akan rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê û Hatîce Tong jî rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê.

Xwendekaran êrîşên nîjadperestî şermezar kir

Pêr piştî bûyer qewimî xwendekaran êrîşa nîjadperest a li hemberî xwendekarên Kurd a li Zanîngeha Akdenîzê şermezar kir û diyar kirin ku dê li ber xwe bidin.

Xwendekaran li Çarşiya Olbîayê ya di nav Zanîngeha Akdenîzê de daxuyanî da û diyar kirin ku komên nîjadperest bi rihetî li nav kampusê digerin û polês tu tiştî nakin. Xwendekaran destnîşan kir ku dê li ber hemû êrîşên nîjadperest li ber xwe bidin.

Piştî daxuyaniyê xwendekaran li nav kampusê meşek li dar xist û dirûşmeyên wekî "Akdenîz goristan ji bo faşîstan" berz kirin.

Xwendekarên HDP’yî jî doh li Qada Beyazitê ya Stenbolê êrişa nijadperest a li ser xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê protesto kir. Ciwanan dowîzên 'Bijî berxwedana xwendekarên welatparêz', ‘Em li hemberî êrişên faşîst bibin yek’ û Xwendekarên Kurd ji êrişên faşîst natirsin’ hildan.

’Hebûna xwe li ser tunebûna me ava dikin’

Li ser navê xwendekaran Mazlûm Buyukkaya daxuyanî da û diyar kir desthilatdariya AKP û MHP’ê zemîn ji van êrişan re amade kirine û got “Li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ya ku hebûna xwe li ser tunebûna me ava dikin û li hemberî qirkirina li ser Kurdan a sed salî me xwe parast û me li ber xwe da. Yekîtiya Ciwanên Xwendekar (OGB) û polîsên sivîl êv êriş organîze kirine. Bi van êrişan dixwazin xwendekarên Kurd ji zanîngehan dûr bixînin. Wê xwendekarên Kurd jî li ser esasê xweparastinê bersivê bide van êrişan. Hewce bike bi pênûsa xwe û hewce bike em ê bi kulma xwe li hemberî van êrişan bin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.