Li Amedê nalîna Narînê olan da: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP!

Sêşem 10 Îlon 2024 - 03:00

Piştî ku termê Narîna 8 salî di kîsekî de roja 19’an li ber çemê Taxa Çulê ya navçeya Rezan a Amedê hate dîtin bi hezaran Amedî rabûn ser xwe, bi pankat, dowîz û dirûşmeyên xwe, bi hêrs û kîna xwe ya ji ber kuştina Nalînê meşiyan. Gelê Amedê qatilên Narînê bi rengekî aşkere bi nav kirin, navê qatilên Narînê li Amedê olan da. Amediyan bi yek dengî gotin,’’Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP!’’

Piştî ku partiyên siyasî DBP’ê, DEM Partî û TJA’yê bang kir ku ew ê ji bo Narînê meşekê li dar bixin bi hezaran Amedî xwe berdane kuçe û kolanan û bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meşiyan. Her çendî polîsên Tirk ên bi rêveberiya AKP-MHP’ê xwestin ku meşê asteng bikin jî gelê Amedê astenga polîsan şikand û navê qatilên Narînê li kuçe û kolanên Amedê olan: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP!

Gel ji ber avahiya DBP’ê heta bi Parka Koşuyoluyê bi dirûşmeyan got,’’Narîn zarok e, kujerê wê dewlet  e’’.

Hîzbulkontra vala nemaye

Bi hatina girseya Ofîsê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyanî hate dayîn. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di daxuyaniyê de axivî û got: “19 rojan rayedarên dewletê çi kirin. Çapemeniya alîgir kirin magazîn. Fermandarê cendermeyan got ‘em nêz bûn’. Dema em hatin vir gelê me dirûşmeke dîrokî berz kir. Got ‘Kujer Hîzbûlah’. Wezîrê Karên Hundir ê vî welatî ji bo Hîzbûlahê got ‘Em ê piştî 10 salan jê encamekê bigirin’ Ji wê rojê ve Hîzbûlkontra vala nasekine. Em ê bi rik li dijî kesên ku dixwazin têkoşîn, nirxên gelê kurd parçe bikin bi hev re têbikoşin. Em ê desturê nedin Narînên nû.”

Hûn ê nikaribin rastiyê tine bikin

Her wiha li Edene, Wan, Stenbolê jî kuştina Narîna 8 salî ya bi destê Hîzbûllahê bû sedema hêrsa gel. 

Meclîsên Jinan û Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin li Parka Ataturkê ya Edeneyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Jinên ku bertek nîşanî qetilkirina hovane ya Narîn Guranê dan, wiha bang kirin: “Bila Narîn nemirin, zarok bijîn.”

Ecem Sena Mûtlay a li ser navê platformê daxuyanî da û got, “Hûn bi bêdengbûnê nikarin rastiyan ji holê rakin. Hêj çend zarokên din dê weke Narînê dê di temenê biçûk de bên kuştin? Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê çi karî dike? Peywîra wezaretê tenê ew e ku pîroziya malbatê vebêje? Hûn napirsin ka ew malbat ew zarok çi dikin?” Mûtlay her wiha xwest ku zilma bi destê tarîkatan bidawî bibe û got ew ê hesabê Narînê bipirsin.

AKP-MHP hêzê dide kujeran

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî li Cadeya Cûmhûriyetê meş li dar xist. Li ser navê platformê Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt axivî. Bozkûrt bi lêv kir ku kuştina Narînê ji polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya zarokan cuda nabînin û anî ziman ku polîtîkayên AKP-MHP’ê hêzê dide faîlên jin û zarokan.

Hewceyî bi têkoşîna polîtîk heye

Platforma Em ê Pêşiyê Li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) li ber Operaya Sureyayê ya li Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê hesaba Narînê bipirsin” hate vekirin, wêne hatin hilgirtin. Di çalakiya ku gelek jin tev li bûn de dirûşmên “AKP wê hesabê bide gel” hatin berzkirin.

Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm a di daxuyaniyê de axivî û got,’’ Pêdivî bi xeta têkoşînê ya polîtîk heye. Peymana Lanzaroteyê pêk bînin, qanûna parastina zarokan pêk bînin, ji bo polîtîkayeke giştî were pêşvebirin em zextê lê bikin. Em van bi hev re hilweşînin.”

Darbesta Narîna 8 salî li ser milan

Piştî ku karê otopsiyê qediya cenazeyê Narîna 8 salî li darbestê hate kirin û di nav gelek pirsên bêbersiv de li gundê ku bûbû cihê kuştina wê hate veşartin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.