Li Amed, Êlih û Wanê nîşandana filman

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Gulan 2024 - 00:50

Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ku li Amedê kar û barên sînemayê bi rêve dibe bi dirûşmeya “Di dema qeyranan de bi rêya çandê zemîna hevpar” nîşandana filmên Kurdî pêk tîne.

5’ê Gulanê li Amedê, (Şanoya Bajêr a Amedê) 10’ê Gulanê li Êlihê (Yeni Sahne) û 12’ê Gulanê li Wanê (ŞanoWan) filman nîşan dide.

Filmên di seansa 17:00’an de tên nîşandan ev in; Çerx (Metîn Ewr), Gola Cinan (Hebûn Polat), Dengê Kilîtan (Îlham Bakır), Zimanê Çiyê (Lîsa Çalan) û Vejîna Perperîkê (Mîr Mustafa Baydemir).

Her wiha saet 19:00’an de jî filmê metrajedirêj “Gava Şitil Mezin Dibin” (Rêger Azad Kaya) ew ê were nîşandan.

Çalakiyên nîşandana filman bê pere ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.