Li Amarayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hate pîrozkirin

Duşem 4 Nîsan 2022 - 22:27

  • Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gundê Amarayê li mala ku lê ji dayik bûye, bi stranan hate pîrozkirin.

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gundê Amarayê li mala ku lê ji dayik bûye, bi stranan hate pîrozkirin.

Xelkê ku ji bo rojbûna 73’yan a Ocalan berê xwe da gundê Amarayê yê ser bi Xelfetiya Rihayê, li gîşeyên derketina otobana Bêrecûk û Xelfetiyê rojbûna Ocalan bi coş pîroz kir. Bi sedan leşker û maşîneyên zirxî dor li kesên li Amarayê girtin. 

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, xelk pêşwazî kir. 

Omer Ocalan li ber deriyê mala ku Ocalan lê ji dayik bûye got, “Em di 4’ê Nîsanê de li Amarayê ne. Derdora gund hatiye girtin. Destûr nedan ku gelê me were Amarayê. Her kesî dixwest bi me re were Amarayê. Gel bi awayekî bêhiqûqî hate astengkirin. Astengkirin heta ber deriyê me jî hat.”

Ocalan, dest nîşan kir ku her kes dikare li mala xwe li bajarê xwe 4’ê Nîsanê pîroz bike û wiha dewam kir: “Dibe ku carna bi milyonan carna jî bi 15 kesan em li vir bin. Derdora gund girtin û nahêlin mevanên me werin. Em careke din dibêjin; rojbûna 73’yan a rêzdar Ocalan pîroz be. Doza Kurdan bi muxatebiya rêzdar Ocalan dikare were çareserkirin. Ya rast diyalog û hevdîtin e. Heke diyalog pêk were, li Tirkiyeyê aştiyeke bi rûmet wê pêk were.”

Piştî axaftinan hunermendan bi hev re strana “Ay Dîlberê” got û rojbûna Ocalan pîroz kir.

MA/RIHA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.