Li Agirî agirê Newrozê vêket

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:28

Li Agiriyê agirê Newrozê bi tevlêbûna bi deh hezaran hate vêxistin. Li qada Newrozê cih nema. Gelê Agiriyê bi dirûşm, dowîzan û pankartên ku vekirin peyama ‘’Ji Ocalan re azadî’’ dan.

Li Agiriyê bi deh hezaran kes herikîn “Newroza Agiriyê ya Mezin û mitînga fînalê”. 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê li Qada Dortyolê “Newroza Agiriyê ya Mezin û mitînga fînalê” li dar xist. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes ji du baskan bi meşeke girseyî çûne qada Newrozê. Ciwanên ku bi vêxistina meşaleyan ketin qadê, dîmenên rengîn derxistin holê. Welatiyên ku bi cilên xwe yên netewî yên Kurdistanê hatin qadê her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî pankarta “Êdî dê hêza tu kesî tune be ku ziman û çanda me tune hesibîne” vekirin.  

Qad Newrozê bi temamî tejî bû

MA/AGIRÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.