Li 89 navendan agirê Newrozê

Yekşem 9 Adar 2025 - 15:00

  • Pîrozvahiyên cejna Newrozê îsal wê li 89 navendan pêk bê. Li hezaran navend, navçe, bajarok, gund û taxan wê agirê Newrozê bê pêxistin.

Cejna Newrozê ku di dîroka gelê Kurd de sembola çanda berxwedanê ye, di heman demê de di alî gelên Rojhilata Navîn de jî wateya roja nû, jiyana nû dihewîne. Ji cejna Newrozê ya îsal re demek kurt maye. Ji bo gelê Kurd wateya Newroza îsal hîn cudatir e. Cejna Newroza 2025’an bi coş û motîvasyona, banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de li Stenbolê bi rayagiştî re hat parvekirin, tê pêşwazîkirin.

Newroza 2025’an wê li 89 navendan bê pîrozkirin. Di heman demê de wê li hezaran navend, navçe, bajarok, gund û taxan agirê Newrozê bêkeve.

Deklerasyona hevdem

Deklerasyona der barê Cejna Newrozê ya 2025’an wê bi awayekî hevdem di 11’ê Adarê de li Amed û Stenbolê bê eşkerekirin.

Ewil wê li Licê bê pêxistin

Yekemîn agirê Newrozê jî wê li navçeya Licê ya Amedê di 12’ê Adarê de bê pêxistin. Licê ji ber ku di 26-27'ê Mijdara 1978'an de avabûna PKK'ê lê hat ragihandin, navendeke girîng e.

Li Sûrê meşale wê bên pêxistin

Di 13’ê Adarê de wê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatiye dinê agirê Newrozê bê pêxistin. Heman rojê wê li navçeya Sûr a Amedê bi pêşengiya jinan bernameya bi meşale û erbane, li Kadîfekale ya Îzmîrê jî agirê Newrozê bê pêxistin. Kadîfekale , ji ber Rahşan Demîrel di 22’yê Adara 1992’yan de agir berda bedena xwe, navendeke girîng e.

Pîrozbahiya bi heybet a li Amedê

Pîrozbahiyên Newroza îsal wê hefteyekê bidomin. Di 21’ê Adarê de wê li Amedê pîrozbahiya bi heybet a Newrozê pêk bê. Di 21’ê Adarê de pîrozbahiya Newrozê wê tenê li Amedê pêk bê. Tê payîn ku banga ‘aştî û civaka demokratîk’ û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê bide.

Deklerasyona Newrozê û bernameya pîrozbahiyan wiha ye:

"11’ê Adarê:Li Stenbol û Amedê deklerasyona Newrozê,

12’ê Adarê: Amed/Licê,

13’ê Adarê: Riha/Xelfetî, Amed/Sûr (bi pêşengiya jinan bername), Îzmîr/Kadîfekale,

14’ê Adarê: Xarpêt/Dep, Riha/Curnê Reş,

15’ê Adarê: Mêrdîn/Mîdyat, Amed/Bismil, Şirnex/Elkê, Şirnex/Qileban, Riha/Bêrecûk, Riha/Serêkaniyê, Mûş/Kop, Agirî/Giyadîn,Colemêrg/Şemzînan ,Mêrdîn/Dêrîk ,

17’ê Adarê: Agirî/Panos ,Manisa, Şirnex/Hezex (Hezex-bi pêşengiya jinan), Îdir, Wan/Erdîş, Sêrt/Misirc ,Amed/Erxenî ,Riha/Sêwereg ,Mûş/Gimgim ,Colemêrg/Çelê, Mêrdîn/Şemrex, 

 

18’ê Adarê: Amed/Farqîn ,Riha/Wêranşar ,Colemêrg, Şirnex/Silopiya, Agirî, Mêrdîn/Qoser ,Êlih/Hezo, Qers/Dîgor, Sêrt/Dihê ,Mûş/Milazgir ,Riha/Hewag, 

19’ê Adarê: Wan, Şirnex, Mêrdîn/Nisêbîn, Riha/Pirsûs, Çewlîg, Mûş, Bedlîs/Tetwan, Mêrdîn/Stewr, 

20’ê Adarê: Riha, Erdexan, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Colemêrg/Gever, Agirî/Bazîd, Şirnex/Cizîr, Semsûr, Dêrsim, Qers, Erzirom/Tekman, Mêrdîn/Kerboran

21’ê Adarê: Amed,

22’ê Adarê: Dîlok, Mersîn, Kocaelî, Îzmîr, Osmaniye, Konya/Kulu, Çanakkale/Gokçeada, Hatay/Erzîn, Mugla/Bodrum, Aydin/Ortaklar

23’ê Adarê: Aydin, Bursa, Denîzlî, Stenbol, Antalya, Edena, Enqere, Konya, Erzîngan, Çanakkale, Balikesîr, Eskîşehîr, Artvîn/Hopa, Hatay/Îskenderûn, Tekirdag, Malatya, Kirşehîr, Mereş/Bazarcix, Mugla/Datça." JINNEWS/SEMÎHA ALANKÛŞ/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.