Di rojên dawî de bêhnên nexweş ji ava Firatê tê û şêniyên Kobanê bi tîbûn û nexweşiyan re rû bi rû ne. Berpirsê Avê ya Kantona Kobanê li ser rûdana kareseteke rastî hişyar kir. 

Endamê Rêveber ê Gerînendeya Avê ya Kantona Kobanê Fehed Mihemed diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê ava vexwarinê û enerjiya kehrebeyê de li pêşberî karestekê ne, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileya derbasbûyî ve rêjeya ava Firatê kêm kiriye.

Fehed Mihemed destnîşan kir ku encamên kêmkirina rêjeya avê êdî diyar dibin û di nava çend rojan de dê welatî bi karesetekê re rû bi rû bimînin û got: "Li hin beşên ava Firatê bêhnên genî tê, li aliyekî din jî sedef, kevz û gol li ser rûyê çem kombûne û ev yek rê li pêşiya nexweşiyên kolerayê vedike. 

Pirraniya bîr û bîrên yedek ên ku di dema pêwîstiyê de me xwe dispart wan ji xizmetê derketin û ava Firatê jî bûye kêmî nêvî, heta niha av li ser 83 gundên girêdayî kantona Kobanê hatiye qutkirin, lê li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bê deng e." 

ANHA/KOBANÊ